Ji bo 4’ê Nîsanê 2000 dar ji Bakûr anîn Qamişlo

Ji bo 4’ê Nîsanê 2000 dar ji Bakûr anîn Qamişlo

Di çarçoveya bernameya 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Rojavayê Kurdistanê hatiye amadekirin de, ji Bakûrê Kurdistanê 2000 darên senewber û serû anîn Qamişlo.

Bi munasebeta  4’ê Nîsanê gelê Rojavayê Kurdistanê jî di nava çalakiyan de ye. Di çarçoveya bernameya hatiye derxistin de wekî her sal li gelek bajaran şitilên daran têne çandin. Li bajarê Qamilo jî wê sibe li gelek cihan dar bên çandin.  Bi vê munasebetê îro ji Bakûrê Kurdistanê 2000 darên senewber û serû di Deriyê Sînor ê Nisêbînê re derbasî Qamişlo hatin kirin. Şitilên daran ji aliyê Seroka Meclîsa Gel a Qamişlo Remziya Mihemed û Cîgirê Seroka Meclîsê Ebdilkerîm Sarûxan hatin wergirtin.

Seroka Şarederiya Nisêbînê Eyşe Gokkan ku bi daran re derbasî Qamişlo bû, diyar kir ku dihate payin 8 wesayîtên alîkariyê jî derbasî Qamişlo bibin, lê ji ber rewşa Efrînê biryar dane ku alîkariyê di Deriyê Tilebyed re ji bo Efrînê bişînin.