Ji bo 3 şervanên YPG’ê konê sersaxiyê hate vedan

Ji bo 3 şervanên YPG’ê konê sersaxiyê hate vedan

 Ji şervanên YPG’ê Mazlum Êrîş, Rojvan Efrîn û Cudî Ferhan ku li Qamişlo di êrîşa hêzên rejîma Suriyê de jiyana xwe jidest dabûn, konê sersaxiyê hate vedan.

Konê sersaxiyê li Taxa Hilko ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan ve hate vedan. Piştî vedana konê sersaxiyê, bi sedan kesên ku di nava wan de rêveber û endamên partiyên siyasî û rêxistinên civakî jî hebûn kon ziyaret kir. Her wiha endamên YPG’ê çûn ziyareta kon û ji malbatan sersaxî xwestin.

Konê sersaxiyê wê 3 rojan vekirî bimîne.