Ji bo 149 Kobaniyên rehîne biryara dersînorkirinê
Ji bo 149 Kobaniyên rehîne biryara dersînorkirinê
Ji bo 149 Kobaniyên rehîne biryara dersînorkirinê
Ji bo welatiyên Kobanê ku 10 roj berê hatin Pirsûsê û rehîne tên girtin ne hiqûqa navxweyî û ne jî hiqûqa navneteweyî pêk tînin. Piştî dersînorkirina 64 rehîneyan niha biryar girtin ku 149 rehîneyên din dersînor bikin. Rehîneyê Kobanê dersînorkirina kantonên Efrînê an jî Cizîrê qebûl nekirin. Serokê Baroya Rihayê Alî Fuat Bucak got ku wealtiyên Kobanê hatine hepskirin û wiha got: "Bêyî ku hiqûqê bi kar bînin biryara dersînorkirinê de di tu hiqûqê de tune ye."
Li ser erêkirina rayedarên dewletê 310 welatiyên Kobanê ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê derbasî Pirsûsê bûn. Welatî pêşî birin Lîseya Fenê ya Pirsûsê û 4 roj şûnde wan birin Salona Sporê. welatiyan li hemberî nêzîkatiya rayederan dest bi çalakiyê kirin û dest bi greva birçîbûnê kirin. Rehîneyên ku di nava şert û mercên nebaş de dihatin girtin 64 ji wan di 14'ê cotmehê de seat di 03.00'an de hatin dersînorkirin. Di nava welatiyên ku hatin dersînorkirin de zarokê 16 salî Xelîl Mistefa di encama topên ku çeteyên DAIŞ'ê avêtin de birîndar bû û lingê wî yê rastê jê bû û rewşa wî xetere ye.
Şevê din 36 jin ên rehîn dihatin girtin serbest hatin berdam û di destê dewletê de 149 rehîne man. Rayedarên dewletê ji rehîneyan re gotin ku wan li kantonê Efrînê yan jî Cizîrê dersînor bikin. Rehîneyan ev biryara rayedarên dewletê red kirin.
Serokê Baroya Rihayê Alî Fuat Bucak ku ji ajansa me re axivî û got ku ev tiştên li vir diqewimin derveyî hiqûqa navxweyî û ya navneteweyî ye û wiha axivî: " Girtina wealtiyan dispêrin qanûna biyaniyan. Ev qanûn ji bo penaberan derbas dibe û kesên û îrtîca dikin 6 mehan di bin çavdêriyê de tên girtin. Ev jî li wargehê tê kirin. Lê belê wealatiyên Kobanê hatine hepskirin. Bêyî ku hiqûqê pêk bînin girtina biryareke bi vî rengî di hiqûqê de tune ye. wealtiyên ku hatin dersînorkirin zarokek jê bi birîndarî hat vir. Ji Sûriyeyê milyon û nîvek mirov hatin ev nêzîkatî nîşanî yekî jî nedan."
Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê ÎBrahîm Ayhan jî diyar kir ku ji bo rehîneyên ku mane biryara dersînorkirinê wergirtine û ev biryar bi tu awayî nayê qebûlkirin. Ayhan destnîşan kir ku dixwazên vê biryarê bi rehîneyan bidim îmzekirin û lê belê welatî vê yekê qebûl nakin. Ayhan anî ziman ku hê jî rewşa wan a rehînegirtinê didome.