Ji ber tinebûnê, ber bi modêleke mînakdar: Şoreşa 19'ê Tîrmehê - 3
Ji ber tinebûnê, ber bi modêleke mînakdar: Şoreşa 19'ê Tîrmehê - 3
Ji ber tinebûnê, ber bi modêleke mînakdar: Şoreşa 19'ê Tîrmehê - 3
Li Rojavayê Kurdistanê, gelê Kurd yekemcar li ser axa xwe bû vînek û xwe bi xwe rêve dibe, her weha nîşan dide ku ew dikare bibe hêza çareseriyê. Li hemberî deskevtiyên gel, êrîşên hêzên cûda yên bi rêbazên dijwarî û şerê taybet dewam dikin. Li gel van êrîşan jî gelê Kurd ji bo parastina deskevtiyên xwe û mayindekirina pergala xwe ya xweser, di nava hewldanên fermîkirinê de ye.
Li Sûriyê, şerên ji bo deshilatdariyê bi xwe re mirin û wêranî anîn. Di rewşeke bi vî rengî de Rojavayê Kurdistanê rewşeke aram afirand û bi rêveberiya xwe ya xweser re ji gelên li herêmê re bû mînak. Ev rewşa aram a li Rojavayê Kurdistanê bû hedefa êrîşa hêzên hesabên wan têk çûn. Ev hêzên mijara gotinê yên vîna derketiye holê ji xwe re weke xeteriyekê dibînin, bi dijwarî û rêbazên şerê taybet dest bi êrîş û destwerdanan kirin.
Ev hêzên ku serkêşiya wan Tirkiye dike, bi hin dek û dolaban hewl dan Kurdan têxin nav şerê kor. Tirkiyê hejmara leşkerên xwe yên li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê zêde kir û roja 2'ê Cotmeha sala 2012'an jî, di encama gulebaran leşkerên Tirk de li bajarê Dibesiyê endamekî YPG'ê jiyana xwe ji dest da, 3 YPG'yî jî birîndar bûn. Her weha ji bo dijminahiyê têxe nava Kurdan, hêza herî mezin a siyasî ya li herêmê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi hevkariya bi rejîma Esad re tewanbar kir. Piştî ku ev plan jî bê encam ma, vê carê bi destê Artêşa Azad a Sûriyê re êrîşî nirxên Kurdan kir. Gava ji vê jî tiştek bi dest nexist, hin kom û partiyên Kurd xist dewrê.
Hewldanên Tirkiyê
Li gel êrîşên li qada leşkerî, li hemberî vîna siyasî ya derketiye holê, plan hatin amadekirin û meşandin. Li dû avabûna Konseya Bilind a Kurd re, hin partiyên Kurd li Hewlêrê bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Ahmet Davûtoglû re hatin cem hev. Di vê navberê de belgeyeke veşartî ya Wezareta Karên Derve ya Tirk derket holê, ku di vê belgeye de ji bo deskevtiyên Kurdan ji holê werin rakirin, bêbandor hiştina PYD'ê dihat destnîşankirin. Dîsa Serokê Giştî yê El Partî Abdulhakîm Beşar li paytexta Îngilîstan Londonê bi rayedarên Emerîkî re hevdîtinek pêk anî.
Piştî demek kurt, Nûnerê Taybet ê Sûriyê yê Neteweyên Yekbûyî û Yekitiya Ereb El Exder Îbrahîmî xwest bi PYD'ê re hevdîtinekê pêk bîne. Li ser vê yekê, rayedarên PYD'ê dan xuyakirin ku Konseya Bilind a Kurd wan temsîl dike û beşdariya bi tena serê xwe ya li vê hevdîtinê red kirin. Lê belê hin partiyên Kurd ên di nava Encûmena Netewî ya Kurdên Sûriyê de cih digirin çûn Şamê û bi Îbrahîmî re hevdîtin pêk anîn.
Civînên veşartî yên li dijî PYD'ê
Li Hewlêrê, civîneke veşartî ya bi beşdariya rayedarên Rêveriya Başûrê Kurdistanê, Tirkiye, Dewletên Yekbûyî yên Emerîka û Îsraîlê, di payizê de ket rojevê. Li dû vê civîn û belgeya tê de xebatên li dijî PYD'ê cih digirtin, kampanya reşkirina PYD'ê zêde bû. Kurdistaniyên ji Rojava jî bersiva xwe ya li vê kampanyayê jî bi daketina kolanan dan.
Konseya Bilind a Kurd nerazîbûn nîşanî ENKS'ê da û xwest helwesta xwe zelal bike. Dîsa, rayedarên Meclîsa gel a Rojavayê Kurdistanê û ENKS hatin cem hev û rexne û pêşniyarên xwe anîn ziman. Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesût Barzanî ku roja 4'ê Mİjdarê banga yekitiyê li Kurdan kir û xwest nebe pêlîstokên dijminan, 3 roj piştre Konseya Bilind a Kurd ji nedîtî ve hat û bi rêveberên El Parî û Partiya Yekitî û Azadiyê çû paytexta Qadar Dohayê û beşdarî civîna Meclîsa Mûxalefeta Sûriyê bû.
Êrîşên çeteyan
Tirkiyê jî bi giranî berê komên çeteyan dida Rojavayê Kurdistanê û bi vî rengî hewl dida êrîşî deskevtiyan bike. Piştî ku hewldana herêma tampon pûç bû, Tirkiyê li bajarên Rojhilatê Kurdistanê komên çete xist nava tevgerê. Di vê çarçoveyê de di 25 û 26'ê Cotmeha sala 2012'an de taxên Kurdan ên li bajarê Helebê rastî êrîşan hatin. Di encama van êrîşan de 30 Kurd hatin kuştin. Di navbera 27 û 30'ê Cotmeha sala 2012'an de êrîşên komên çete yên bi piştgiriya Tirkiyê li Efrîn û derdora wê, bênavber dewam kirin. Dûre derket holê ku tiliya Partiya Azadî di êrîşên li dijî Kurdan ên li Heleb û Efrînê heye.
Dema plana Efrînê bi ser neket, berê xwe dan Cizîrê
Piştî ku plana li ser Efrînê dihat meşandin têk çû, vê carê plana xwe ya duyemîn li herêma Cizîrê xistin dewrê. Di 2'ê Îlonê de di encama gulereşandina leşkerên Tirk ên li ser sînorê Dibesiyê de, endamekî YPG'ê jiyana xwe ji dest da, 3 YPG'yî jî birîndar bûn. Di 20'ê Îlone de jî ji ENKS'ê EbÊu Candîa li Serêkaniyê hat kuştin. Di 8'ê Mijdarê de komên çekdar ên li aliyê Tirkiyê bicih bûbûn, dest bi ketina nava bajarê Serêkaniyê kirin. Ev komên ku destpêkê xwe weke dijberên rejîmê dan nîşandan, di 19'ê Mijdarê de êrîşî Kurdan kirin.
Balkêş bû ku di dema van êrîşan de li paytexta Qadarê civîneke veşartî dihat lidarxistin. Di van êrîşan de navê partiyên Azadî, El Partî û Yekitî derbas dibû. Di encama berxwedana mezin a hêzên YPG'ê ya li dijî van êrîşan de, ev plan jî pûç bûn û komên çete neçar ma di 13'ê Kanûnê de peymanê mor bikin û bajêr biterikînin. Kurdan jî rayedarên rejîmâ Baasê yên li avahiyên fermî yên li Dirbêsiyê, Tiltemîr, Amûdê û Dêrikê, ji bajaran derxistin. Li gorî peymanê, hêzên mûxalîf wê cihê Kurd lê dijîn weke herêmên rizgarbûyî qebûl bike û soz dan êrîş nekin.
Girziro û ji nû ve Serêkaniyê
Li Serêkaniyê, bêdengiya b agirbestê re rû da, mehekê dewam kir. Gava ku tevgera Kurd û hêzên Parastinê YPG'ê roja 16'ê Çileya sala 2013'an de hewl dan leşkerên rejîma Baasê ji gundê Girzior yê Girkê Legê ku qada petrolê ye derxîne, komên çekdar ji nû ve êrîşî Serêkaniyê kirin. Komên çekdar vê carê bi mezintir û bi 20 komên cûda êrîş kirin û pevçûnan 15 rojan dewam kirin. Di van pevçûnan de du ambûlansên ku yek ji Fransayê yek jî ji Tirkiyê bû, çekên Tirkiyê ji aliyê hêzên YPG'ê ve hatin desteserkirin û derket holê ku yek ji êrîşkarên di êrîşan de miriye, ji Tirkiyê ye. Her weha derket holê ku di van êrîşan de li gel Tirkiye, Fransa û Îranê, rejîma Baasê û hêzên mûxalîf jî cih girtin. Di şer de gelek êrîşkar hatin kuştin û 4 sivîl û 11 endamên YPG'ê jiyana xwe ji dest dan.
Hêzên YPG'ê hem li Girziro hem jî li Serêkaniyê li dijî êrîşan li ber xwe dan, hêzên rejîmê ji Girziro derxistin û komên çekdar jî bi wendahiyên giran ji Serêkaniyê qewirandin.
Hêzên HPG'ê di 21'ê Sibata sala 2013'an de bajarokê Çilaxa yê ser bi Girkê Legê û di 1'ê Adara sala 2013'an de jî, li dû dorpêça hefteyekê herêma petrolê herêma Rimêlanê ji destê hêzên rejîmê rizgar kirin.
Li aliyekî ve pêşketin rû didan, li aliyê din jî komên çekdar di 13'ê Sibata sala 2013'an de êrîşî bajarê Tiltemîr kirin ku lê welatiyên Kurd, Ereb û Asûrî bi hev re dijîn. Di şerê navbera hêzên AAS û YPG'ê de 10 êrîşkar hatin kuştin. Roja 25'ê Nîsana sala 2013'an jî komeke çekdar a ket hundurê bajêr heqaret li welatiyan kir û gule li derdorê reşand. Di êrîşê de zarokekî û endamekî YPG'ê jiyana xwe ji dest da. Komên çekdar meha Gulanê careke din êrîşî bajêr kirin û di encama berxwedanê de neçar man ji bajêr derkevin.
Deriyê sînor hat girtin
Di bin siya van êrîşan de, di 19'ê Gulana sala 2013'an de Deriyê Sînor Sêmalka yê navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de, ji aliyê hukûmeta Herêmê ya Başûrê Kurdistanê ve hat girtin. Li gel nerazîbûnan jî deriyê sînor hîne venebûye. Ev nêzîkatiya hukûmeta herêmê weke parçeyek ji planên li ser herêmê hat şîrovekirin.
Ji nû ve Efrîn
Hêzên ku li herêma Cizîrê ne gihaştin armancên xwe, ji nû ve berê xwe dan Efrînê û ji aliyekî ve jî bi ambargoyê re hewl dan armancên xwe bicih bînin. Ji 25'ê Gulana sala 2013'an û pê ve komên çekdar ji nû ve êrîşî gundên Efrînê kirin û bi ambargoya hat danîn re, destûr ji alîkariya ji bajêr (Nifûsa bajêr bi koçberiya ji Helebê re du qat zêde bû) re dihat dayîn, hat astengkirin. Her weha hewl hat dayîn tevna elektrîkê û çavkaniyên avê yên herêmê jî bên qutkirin. Di van êrîşan de hêzên asayîşê 3 milîtanên El Qaîdeyê zevtkirin û derket holê ku ev hersê milîtanên Tûnisî ji ser Tirkiyê derbasî Sûriyê bûne. Kesên mijara gotinê her weha dan xuyakirin ku ekîbek ji sûbayên Tirk alîkarî dane wan.
Li hemberî van êrîşan hêzên YPG'ê li ber xwe dan û meclîsên gel û komîteyên xizmetê jî hewl dan pirsgirêkên gel çareser bikin. Ambargoya li ser herêmê jî hînê dewam dike. Li bajarê Hesekê jî, di şerê navbera YPG û komên çekdar de kunyeyên leşkerên Tirk hatin bi destxistin.
Polîtîkaya kuştina bira bi bira û Amûdê
Piştî ku ev hemû dek û dolab pûç bûn, careke din serî li polîtîkaya "kuştina bira bi bira" ku bi dehan salane li dijî Kurdan tê bikaranîn, dan. Bi bazirganiya narkotîkê re hewl dan civakê ji hev bixe û li dijî van hewldanan hêzên asayîşê dest bi operasyonê kirin, bazirganên narkotîkê kirin bin çavan. Hêzên ku li ser herêmê xwedî hesabane, ev yek weke firsendekê dîtin û hewl dan dest lê werdin. Li bajarê Amûdê, bi bahaneya protestoya binçavkiriyên ji ber narkotîkê, komeke ji hin kesên nêzî hin partiyên Kurd û komeke çekdar a bi navê 313 a bi piştgiriya Tirkiyê, êrîşî yekîneyeke YPG'ê ya ji Hesekê di 27'ê Hezîrana 2013'an de vegeriyan, kirin. Di êrîşê de şervanekî YPG'ê û 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Li ser bersivdayîna êrîşan, êrîşkar reviyan sînorê Tirkiyê. Êrîşkaran birîndarên xwe jî birin Tirkiyê û daxuyaniya Serokatiya Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk a li ser mijarê jî, aliyê xwe nîşan dida.
Li dijî êrîşan yekitî û hewldanên fermîkirina pergalê
Ev hemû planên li dijî herêmê bê encam man. Tevgera siyasî ya Kurd jî bi saziyên xwe yên civakî re lez da xebatên xwe yên yekitiyê û dest bi pêngava fermîkirina pergala xweseriyê kir.
Li ser vê bingehê, bi rûsipiyên hemû eşîrên li herêma Cizîrê re, di 21'ê Sibata sala 2013'an de li bajarê Amûdê civînek hat lidarxistin û di encama nîqaşan de Meclîsa Eşîran hat avakirin. Di civînê de her weha biryar hat dayîn bi pêkhateyên bawerî û etnîkî yên herêmê re hevdîtin bên kirin û li ser vê bingehê civîneke dorfireh were lidarxistin.
Li dijî ambargoya aborî jî, xebatên meşandina aboriya civakî ku yek ji hîmên bingehîn ên pergala xweseriyê ye, destpê kirin. Di vê çarçoveyê de Saziya Pêşxistina Aboriya Civakî ya Rojavayê Kurdistanê vebû û di bin sîwanê vê saziyê de ji bo tedarikkirina pêdivyên civakî yên mîna elektrîk, av, rê û hwd. sazîbûn hat çêkirin.
Desteya Bilind û serketina dîplomatîk
Kurdên ku li qada siyasî û yekitiyê gavên girîng avêtin, li qada dîplomasiyê jî mora xwe avêtin binê serketinên girîng. Konseya Bilind a Kurd ku bi awayekî fermî ji aliyê Rûsyayê ve di meha Gulanê de hat vexwendin, di dema danûstandinan de xwest, li ser navê Kurdan beşdarî civîna Cenevreyê ya li ser pêşeroja Sûriyê bibe. Ev daxwaz ji aliyê derdorên pêwendîdar ve hat qebûlkirin û bi vî rengî yekemcar Kurd firsend dîtin ku bi vîna xwe beşdarî platformeke navnetewî bibe. Lê belê bi serkêşiya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê re hin hêzan hewl dan beşdariya Konseya Bilind a Kurd asteng bikin û xwestin bi derxistina hin şexsiyetên mîna Abdulbasît Seyda, vê yekitiyê belav bikin.
Rêveberiya demî û pêngava hilbijartinê
Kurdên ku bi têkoşîna bi salan ezmûneke mezin bi dest xistin, li dijî van hewldanan gaveke din bi pêş ve avêt û pêngava avakirina rêveberiyeke demî û peymana civakî da destpêkirin. Li gorî vê yekê, wê bi hemû pêkhateyên etnîkî, çandî û olî yên li herêmê re hevdîtin pêk werin, di encamê de komîteyek ji temsîlkariya van hemû beşan were avakirin û rêveberiyeke demî bê diyarkirin. Peyama Civakî ya amadekariyên wê dewam dike jî wê ji aliyê vê rêveberiya demî ya dikeve şûna Konseya Bilind a Kurd, were îlankirin. Li dû vê xebata sê mehan, wê piştî sê mehên din hilbijaritn werin kirin û peymana civakî jî pêşkêşî referandûma gel bê kirin. Di encama hilbijartinê de wê rêveberiya fermî ya herêmê diyar bibe.
Dema mirovan van hemû pêşketinan bînin ber çavên xwe, mirov dikarin bêjin ku di yekemîn salvegera şoreşa 19'ê Tîrmehê de gelên li Rojavayê Kurdistanê li dijî polîtîkayên tinekirin û înkarê, pergaleke parastinê ya xurt ava kirine û pergala xwe weke "Xweseriya Demokratîk" bi nav dike, li her qada jiyanê bicih dike û dimeşîne.