Ji ber tinebûnê, ber bi modêleke mînakdar: Şoreşa 19'ê Tîrmehê-2
Ji ber tinebûnê, ber bi modêleke mînakdar: Şoreşa 19'ê Tîrmehê-2
Ji ber tinebûnê, ber bi modêleke mînakdar: Şoreşa 19'ê Tîrmehê-2
Kurdan bi 19'ê Tîrmehê re bajarên xwe ji hêzên rejîmê paqij kirin, dest danîn ser rêveberiyê û ji siyasetê heta parastinê, ji edaletê heta çandê, ji qada civakî heta aborî û pirsgirêkên jinan, xwe veguherand sazîbûnê û dest bi avakirina pergala xwe ya bi navê "Xweseriya Demokratîk" kirin.
Li Rojavayê Kurdistanê, Kurdan bi hêz û rêxistinbûyîna têkoşîna dehan salan re, şoreşa 19'ê Tîrmehê pêk anîn, pêkhateyên bawerî û etnîkî yên herêmê tevlî têkoşîna xwe kirin û ber bi sazîbûnekê ve çûn. Di vê çarçoveyê de xebatên avakirina Xweseriya Demokratîk hatin meşandin û pêşketinên girîng derketin holê.
Konseya Bilind a Kurd
Pêşketinên bi 19'ê Tîrmehê û piştî wê rû dan, lêgerîna yekitiyê ya hêzên siyasî yên Kurd li Rojavayê Kurdistanê, xurtir kirin. Piştî hevdîtinên cûda, encameke berçav dîsa di meha Tîrmehê de derket holê. Meclîsa gel a Rojavayê Kurdistanê ku hêza siyasî ya herî mezin aherêmê PYD jî di nav de ye û Encûmena Netewî ya Kurdên li Sûriyê ku di bin sîwanê wê de 16 partiyên Kurd hene, di 11'ê Tîrmehê de li Başûrê Kurdistanê bajarê Hewlêrê hatin cem hev. Di encama civînê de herdu meclîsan biryar dan bi hev re tevbigerin û di 24'ê Tîrmeha sala 2012'an de îlan kirin ku ew Konseya Bilind a Kurd îlan dikin. Piştî vê gava gelekî girîng a ji bo yekitiya Kurdan, di 29'ê Tîrmehê de li hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê bi sedhezaran kes daketin kolanan û diyar kirin ku ew Konseya Bilind a Kurd weke vîna xwe qebûl dikin. Konseya Bilind di vê demê de 3 komîteyên bi navê "Komîteya Dîplomasiyê", "Komîteya Xizmetên Civakî" û "Komîteya Parastinê" ava kir.
Serketina dîplomatîk
Van bûyerên hundurîn bandor li qada navnetewî jî kirin û Nûnerê Taybet ê Yekitiya Ereb û Neteweyên Yekbûyî (NY) El Exder Îbrahîmî yê li Sûriyê hin danûstandin dikir, bi rayedarên Konseya Bilind a Kurd re jî hevdîtin kir. Dîsa rayedarên Konseyê li gelek welatên Ewropayê hatin vexwendin û derfet dîtin ji raya giştî ya cîhanê re behsa siyaseta xwe bikin. Pêşketineke girîng a li qada dîplomasiyê rû da, di sala 2013'an de pêk hat. Di meha Gulanê de Rûsyayê Konseya Bilind a Kurd vexwend Rûsyayê û di encama hevdîtinan de pêşniyara Konseyê ya ji bo tevlî civîna navnetewî ya Cenevreyê ya li ser pêşeroja Sûriyê bibe, qebûl kir. Bi vî rengî Kurdê ku berê hebûna wan nedihat qebûlkirin, yekemcar weke vîn dihat qebûlkirin û şens didît ku li ser navê xwe tevlî platformeke navnetewî bibin.
Hêza Parastina Gel YPG
Li qada siyaset û dîplomasiyê van pêşketinan dewam dikirin. Li qada parastinê jî, ji bo parastina bajar û deskevtiyên hatine bi destxistin, gavên girîng hatin avêtin. Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku di sala 2004'an de bingeha wê hat avêtin, di sala 2011'an de hat îlankirin, piştî şoreşa 19'ê Tîrmehê giranî da xebatên xwe yên sazîbûnê û tevî hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê li bajarên Sûriyê yên mîna Heleb û Hesekê di asta tûgah û tabûran de xwe bi rêxistin kir. YPG ku di parastina herêmê de roleke girîng dileyze, li dijî êrîşên rejîmê û komên çekdar ên bi piştgiriya derve li dijî bajarên Heleb, Efrîn, Serêkaniyê, Amûdê û Hesekê berxwedaneke mezin nîşan da. YPG'ê bi dehan şeravnên xwe di vê têkoşînê de ji dest da û bêyî cihêkariyê bike, hemû deskevtî û gelên li herêmê bi biryarî diparêzê. Bi vê sekna xwe re ji aliye hemû pêkhateyên herêmê weke hêza netewî tê qebûlkirin û bi vî rengî propagandayên "hêza çekdarî ya partiyekê ye" hatin pûçkirin. YPG bi hezaran şervanên xwe re sînorên herêmê diparêze û bi xurtkirina hêza xwe re weke hêza parastina netewî hat qebûlkirin.
Ewlekariya bajaran û hêzên asayîşê
Yek ji lingên girîng ên pergala xweseriyê û parçeyek ji parastinê, rêxistinbûyîna asayîşê ya ji bo parastina bajaran e û di vî warî de jî gavên girîng hatin avêtin. Hêzên Asayîşê destpêkê li Kobanê hat avakirin, dûre li hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê û li bajarê Sûriyê Hesekê hat birêxistinkirin. Hêzên Asayîşê yên ji ewlekariya bajaran berpirsyar in, piştî perwerdeya li akademiyên li bajarên Cizîr, Kobanê û Efrînê, dest bi wezîfeyê dikin. Heta niha ji pirsgirêkên malbatî heta diziyê, revandin, kuştin û gelek bûyerên din, çareser kiriye.
Rêveberiyên xweser û meclîsên gel
Li bajarên rêveberiya wan hatin bidestxistin, xebatên ji bo avakirina pergala "Xweseriya Demokratîk" bi lez hatin meşadin û li bajar û gundan jî meclîsên gel hatin avakirin. Di encama van xebatan de li Rojavayê Kurdistanê bajarên Dêrik, Girkê Legê, Tirbespiyê, Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Serêkaniyê, Tiltemir, Kobanê, Efrîn, 7 navçeyên ser bi Efrînê, bajarên Sûriyê Şam, Heleb, Reqqa û Hesekê meclîsên gel hatin avakirin. Bi van meclîsan re girêdayî, li her taxan "Malên Gel" û "Meclîsên Taxan" hatin avakirin. Hewl tê dayîn pirsgirêkên gel bi rêya van meclîsan werin çareserkirin.
Gelên Asûrî, Suryanî, Ereb, Çeçen, Keldanî û Ermenî yên despêkê bi dudilî nêzî vê pergalê bûn, piştî nêzîkatiyên pratîkî û pêşketin dîtin, wan jî cihê xwe di nava meclîsan de girtin. Di rewşa heyî de hem li nava hêzên parastina gel, hem jî di nava xebatên meclîsan de ji van gelan gelek kes cih digirin. Meclîsa Gel a li bajarê Tiltemîrê jî, ji hemû pêkhateyên etnîkî pêk tê.
Ziman, çand û perwerde
Ji bo gel baştir pergala xweseriyê fêm bike û pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bike, xebatên perwerdeyê tên meşandin. Bi vê armancê li gelek bajaran akademiyên perwerdeyê hatin avakirin û perwerdeya li van deveran bê navber dewam dikin. Bi saziya Nêrînê ya Nûrî Dêrsimî re li gelek bajaran dewreyên xurt ên perwerdeyê hatin kirin û pêşketinên girîng bi dest ketin.
Perwerdeya zimanê dayikê jî yek ji xebatên bingehîn ên li Rojavayê Kurdistanê ye. Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ya beriya niha ava bûbû, lez da xebaten xwe Yên perwerdeya zimanê Kurdî, li Rojavayê Kurdistanê nêzî 100 dibistan hatin vekirin û li van dibistanan nêzî hezar mamoste hatin gihandin. Dîsa bi hezaran zarok û Kurd li van dibistanan bi zimanê dayikê beşdarî perwerdeyê bûn. Her weha yekemcar li dibistanên fermî yên rejîmê, dersên bi Kurdî hatin dayîn. Bi van xebatan re hewl tê dayîn li dijî pergala dewletê, pergaleke alternatîf a perwerdeê bê afirandin. Li ser vê bingehê Yekitiya Mamosteyên Kurd ava bû.
Li qada çandî ya xwedî dewlemendiyeke mezin a bineyatiyê ye, sazîbûneke berçav derket holê. Li Qamişlo, Dêrik, Amûdê, Heleb, Efrîn û Kobanê li gelek bajaran navendên çand û hunerê ji xizmeta gel re hatin vekirin, li her yek ji van navendan komên muzîk, govend, şano û zarokan hatin avakirin û mora xwe avêtin binê xebatên girîng. Her weha li ser çanda herêmê, xebatên lêkolînkirinê destpê kirin.
Xizmet û edalet
Ji bo tedarikkirina pêdiviyên civakê û çareserkirina pirsgirêkên civakî, edlî û aborî, komîteyek hat avakirin. Ji bilî Komîteya Xizmetên Civakî ya ser bi Konseya Bilind, li her meclîsê komîteyên xizmet û aştiyê hatin avakirin. Li dijî pergala huqûqê ya dewletê, Komîteya Edaletê hat avakirin. Ev komîteyên mijara gotinê, ji bo sazîbûna pergala exlaq û edaletê li bajaran xebatên xwe dewam dikin û gel jî ji bo çareseriya pirsgirêkên xwe serî li van komîteyan didin û hewl dide bi rêya wan çareser bike. Her weha bi Komîteya Bilind a Kurd ve girêdayî Komîteya Aştî û Edaletê hat avakirin. Wekî din ji bo pergala huqûqê bide rûniştandin, ji 4'ê Nîsana sala 2013'an û pê ve Şaxê Edaleta Civakî û Huqûqê ya Akademiya Zanistiyên Civakî ya Mezopotamyayê, hat avakirin.
Jin û ciwan
Yek ji hîmên bingehîn ên pergala Xweseriya Demokratîk, xebatên jin û ciwanan e. Jinên ku ji destpêka şoreşê û vir ve bi awayekî çalak cih digirin û li her qadê di bin navê "Yekitiya Star" de xwe bi rêxistin kirine, bi avakirina meclîsên jinan û malên jinan re, tevlî navgînên biryardayînê bûn. Li gel vê, di nava meclîsên gel de jî ji temsîlkariya jiNê re, cihekî sereke hatiye veqetandin. Li gelek bajaran navendên Zanistî û Perwerdeyê ya jinan hatin avakirin û bi Akademiya Jine re jî hewl tê dayîn ji civakê re îdeolojiya azadiyê bê vegotin. Li hemû rêveberiyan di çarçoveya pergala hevserokatiyê de jin cih digirin û di pirsgirêkên perwerde, malbatî, siyaset, aborî û asayîşê de, saziyên jinan roleke aktîf a çareseriyê dileyzin. Jinên ku girîngiyê didin rola jinê ya di perwerdeya dayikê de, ji Sibata sala 2013'an û vir ve di bin sîwana SZK de Yekitiya Mamosteyên Jin ên Kurd ava kirin.
YPJ
Di çarçoveya pergala xweseriyê de, ku tê xwestin parastinê ji bin deshilatdariyê derxîne û neke navgîneke dewletê, jinan li qada parastinê gavên girîng avêtin. Jinên ku berê di nava YPG'ê de cih digirtin, rêxistinbûyîna xwe ya leşkerî di bi navê Yekîneyên Parastinê yên Jinê (YPJ) ava kirin. Jin bi vê yekê re dixwazin, parastinê malî civakê bikin û li hemû bajaran tabûr û tûgayên xwe ava kirin û rêxistinbûyîna xwe têkûz kirine.
Xebaten ciwanan jî di bin navê "Tevgera Ciwanên Şoreşger" li hemû bajaran bi awayekî xweser tê meşandin. Her weha xwendekarên zanîngehê jî di bin navê "Federasyona Xwendekarên Welatparêz" rêxistinbûyîna xwe dewam dikin. Li her du qadan jî akademî hatine avakirin û ciwanên li herêmê ji perwerdeyê tên derbaskirin.
Aborî û tenduristî
Li herêmê, ji ber ambargoyê pirsgirêkên aborî û tenduristiyê derketine asta herî xeter e. Gel bi taybetî di mijara peydakirina pêdiviyên rojane yên mîna derman, qût û sotemeniyê de, zehmetiyên mezin dikşîne. Ji bo çareseriya van pirsgirêkan di bin sîwana Konseya Bilind a Kurd de komîteyek hat avakirin. Ji bo xebatên alîkariyê bimeşîne û alîkariya ji derveyî welat tê organîze bike Heyva Sor a Kurdistanê hat avakirin û li gelek bajaran jî alîkarî bi mirovên birîndar û xizan re tê kirin.
Yek ji hîmên sereke yên pergalê, qada aboriyê ye û li vê qadê jî pêşketina herî girîng di sala 2013'an de rû da. Ji bo şikandina ambargoyê, avakirina pergalê û çareserkirina pirsgirêkan Saziya Pêşxistina Aboriyê ya Rojavayê Kurdistanê ava bû. Ev saziya ku hewl dide aboriya xwe dispêre civakê bi pêş bixîne, li bajarên Kobanê û Dêrikê ava bû û dest û dest bi xebatên kooperatîfbûyînê kir.
Çapemenî
Yek ji xebatên bingehîn ên di nava salekê de li Rojavayê Kurdistanê hat meşandin, xebatên li qada çapemeniyê bû. Herçend li vê derê di nava 30 salên dawî de xebatên çapemeniyê hatine meşandin jî, yekemcar ewçend bi rêk û pêk tên kirin. Di vê çarçoveyê de ajansa nûçeyan, televîzyon, rojname, kovar û radyo hatin avakirin û xebat tên meşandin. Li ser vê bingehê herî dawî li Qamişlo, Kobanê, Dêrik û Efrînê radyo hatin vekirin.
Sibê: Êrîşên li deskevtiyan û hewldanên mayindekirina pergalê