Ji ber teqîna mayînê 3 zarok birîndar bûn

Ji ber teqîna mayînê 3 zarok birîndar bûn

Li herêma sînor a bajarê Kobanê, di encama teqîna mayinekê de 3 zarok birîndar bûn.

Li gundê Zormexar ê Kobanê ku li ser sînorê di navber bakur û rojavayê Kurdistanê ye, dema 3 zarokên ku navê hersêyan Mihemed û ji heman malbatê ne, li ser çemê Firatê pincar didan hev, mayînek di wan de teqiya. Di encamê de her sê Mihemed pismamên hev birîndar bûn.

Xizmên zarokan diyar kirin ku her sê Mihemed bi armanca pincar bidin hev û bifroşin, çûbûn ser sînor. Mayîn di zarokan de teqiya û di encamê de her sê zarok birîndar bûn.

Şêniyên gund dan zanîn ku li ser dengê teqînê berê xwe dan cihê bûyerê û dîtine ku her sê zarok li erdê dirêj kirî û di nav xwînê de mane. Gundiyan zarok rakirin nexweşxaneya Bîrecik ya Ruhayê.

Hecî Mehmûd Silêman yek ji mirovê her sê Mihemedan da zanînî ku ev ne cara yekê ye mayîn di mirovan de diteqin û di encamê de hin kesan jiyana xwe jidest dan û lingê gelek kesan jê bû ye. Silmêman bang li gundiyan kir da ku zarokên xwe neşînin ser sînor.