Ji ber lehiyê li Başûre Amerîkayê 170 hezar kes ji cih û warên xwe bûn
Li Başûrê Amerîkayê, ji ber rabûna lehiyê, ji gelek welatan herî kêm 170 hezar kes ji cih û warên xwe hatin derxistin.

Barana herî dijwar a 50 salên dawî, ku li vê parzemînê bi bandora El Nîno bariya, bandor li Paragûay, Arjantîn, Brezîlya û Ûrûgayê kir.
Herî zêde Paragûay ket bin bandora barana dijwar. Li vî welatî, bi taybetî li derdora paytext Asûncîonê zêdeyî 130 hezar kes neçar man malên xwe biterikînin. Ji ber baranê li Asûncîonê herî kêm 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Baranê bandor li Brezîlya û Ûrûgayê jî kir. Li Arjantînê herî kêm 2 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li herêmê, ji ber barana herî dijwar a 50 salên dawî, 20 hezar kes ji cih û warên xwe bûn.