Ji ber hovitiya polîsan dîsa rakirin nexweşxaneyê

Ji ber hovitiya polîsan dîsa rakirin nexweşxaneyê

Mesut Eşen ê ku li Bîsmîlê ji bi awayekî dijwar rastî lêdana polîsan hate û li nexweşxaneyê dihate dermankirin piştî ji Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê hate  derxistin 2 saet şunda careke din nerihet bû û rakirin Nexweşxaneya Dunya ya Êlihê. Xizmên Mesut Eşen, diyar kiribûn ku Eşen duh bi zorê ji Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê hatiye derxistin.

Li Lîseya Pişeyî ya Teknîk a Anadolu ya navçeya Bîsmîlê ya Amedê 2 roj berê beriya civîna weliyên li baxçeyê dibistanê hatin cem hev û di vê demê de di navbera 2 xwendekaran de şer derketibû û polîsan mudaxele li vê yekê kiribû. Ji weliyên xwendekaran Mesut Eşen ê ku xwest îşkenceya polîsan bi telefonê berîkê bikşîne û di wê demê de rastî mudaxeleya polîsan a tund hat û pişt re birin Midûriyeta Polîsan a Bîsmîlê û rastî îşkenceyekî dijwar hat û rakiribûn Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê hatibû kirin. Eşen piştî li nexweşxaneyê du rojan hate dermankirin hate taburcukirin. Piştî Eşen anîn malê 2 saet şunda careke din nerihet bû û rakirin Nexweşxaneya Dunya ya Êlihê. Eşen ji ber darbeyên ji serê xwe girtin nerihet bû û li Nexweşxaneya Dunya ya Êlihê ya taybet di beşa lezgînî de tê dermankirin.

Şaredara Bîsmîlê Cemîle Emînoglu, Hevserokên Rêxistina BDP'ê yên Bîsmîlê Gurbet Yalçinkaya û Tufan Tunç, Serokê Komeleya Weliyan Alî Guzey, rêveberên Şaxa Egîtîm Sen'ê yên Bîsmîlê û gelek welatiyên din Eşen ziyaret kirin. Şaredara Bîsmîlê Cemîle Emînoglu derbarê rewşa Eşen de agahî girtin û diyar kir ku ew êrîşa li weliyên xwendekaran hate kirin şermezar dike.

'KESÊN 12'Ê ÎLONÊ DIDARIZÎNIN RAMANÊN 12'Ê ÎLONÊ PÊK TÎNIN'

Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya Bîsmîlê Tufan Tunç jî diyar kir ku şîdet bi xwe re şîdetê pêk tîne û tu kes bi şîdetê nagihije tu cihan, di pêkanîna şîdetê de sîcîla Midûrê Polîsan ê Bîsmîlê xirab e. Tunç, anî ziman ku Midûrê Polîsan ê Bîsmîlê li ber çavê gelê Bîsmîlê baweriya xwe winda kir. Tunç, da zanîn ku kesên serdema darbeya 12'ê Îlonê dirazinînin heman pêkanînan pêk tînin.

GELO MIDÛRÊ DIBISTANÊ YE AN AMIRÊ POLÎSAN E?

Eşen jî bûyera jiyî vegot û diyar kir ku Midûrê Lîseya Pişeyî ya Teknîk a Anadoluyê weke amirê polîsan ferman da polîsan û xwendekar hedef nîşan dan û wiha got: "Midûrê dibistanê yê ku nû ji Edeneyê hatî weke amirê polîsan ferman da polîsan û xwendekar hedef nîşan dan. Li şûna ew mudexeleyê li bûyeran bike xwendekarên direviyan digirin û li wan dida. Kesên direviyan jî navê wan didan poîsan fermana 'wan bigirin' dida. Ji bo zarokan darp bike û bide polîsan hemû ked nîşan da. Weke amirekî polîsan ferman da polîsan. Midûrekî dibistanê çawa weke amirekî polîsan fermanê dide polîsan ez matmayî kirim. Ji darbeyên min girtî ez şoq nebûm lê helwesta midûrê dibistanê ez şoq kirim."

'MIDÛRÊ DIBISTANÊ EZ TESLÎMÎ POLÎSAN KIRIM'

Xwendekarê bi navê Mervan Eşen ê ku di binçavan de ji aliyê polîsan ve hate darpkirin û bi birayê xwe re hate Nexweşxaneya Dunyayê ya Êlihê ya Taybet jî diyar kir ku birayê wî di roja bûyerê de ji bo tevlî civîna weliyan bibe hate dibistanê û wiha got: "Ligel tu têkiliya min bi bûyerê nebû midûrê dibistanê navê min da polîsan. Polîsan ez binçavkirin. Midûrê dibistana me ji nû ji Edeneyê hatiye. Ez navê wî nizanim. Piştî polîsan ez binçavkirim ez birim Midûriyeta Polîsan a Navçeyê û ez darp kirim. Di vucuda min de gelek reş û şînî hene. Ez ji bo dermankirinê hatim nexweşxaneyê."

BI ZORÊ HATIBÛ HATIBÛ DERXISTIN

Apê Mesut Eşen ê ku dema li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê dihate dermankirin û duh hate taburcukirin Necîm Eşen duh ji DÎHA'yê re got, "Biraziyê min serê sibê li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê ji aliyê doktorên nobedar ve bi zorê hate derxistin."