Ji ber Fûkûşîma wê 10 hezar kesên din bi kanserê bikevin

Asta xisara karesata Santrala Nûkleerî ya Fûkûşîma li ser tenduristiya mirovan kir, zelal dibe.

Asta xisara karesata Santrala Nûkleerî ya Fûkûşîma li ser tenduristiya mirovan, zelal dibe. Li gorî raporekê, karesata nukleerî ya berî 4 salan qewimî, wê bibe sedem ku herî kêm 10 hezar mirovên din bi nexweşiya kanserê bikevin.

Fîzîknasên ji bo Berpirsyariya Civakî (PSR) û Saziya Pêşîgirtina li Şerê Nukleerî (IPPN) raporek di vê der barê de amade kirin. Rapor li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) hat weşandin.

Li gorî raporê, teqîna Santrala Nukleerî ya Fûkûşîma ku ji ber karesata tsûnamî ya 11'ê Adara 2011'an a rû da, wê li gelemperiya welêt bibe sedem ku herî kêm 10 hezar kes bi kanserê bikevin.

Li gorî agahiyên raporê; di 116 zarokên li bajarê Fûkûşîma û derdora wê kansera tîroîd hatiye tespîtkirin, ku di rewşeke asayî de ev hejmar salane 4 heta 5 e. Di raporê de tê ragihandin ku 25 hezar kesên li Santrala Fûkûşîma û xebatên rizgariyê dixebitîn, rastî radyasyoneke xurt hatin.

PSR û IPPN dan xuyakirin, ku hejmarên xwediyê Santrala Fûkûşîma TEPCO'yê li ser asta karesastê dane, berevajîkirina rastiyan e û rexne kirin xebatkarên demkî yên li santralê nehatine hesabkirin.

Di dewama raporê de hat destnîşankirin ku madeya radyoaktîf a karesata nukleerî li gelemperiya Japonyayê belav kir, kêm an jî zêde li gelek herêman hatiye dîtin û hat ragihandin, ku ji ber vê madeyê ji 9 hezar 600 kesî heta 66 hezar kesî dikarin bi kanserê bikevin.

Li gorî raporên Hikûmeta Japonyayê yên li ser karesata nukleerî ya 11'ê adara 2011'an, madeya radyoaktîf a bi navê sezyûm li qadeke 30 kîlometreçargoşeyî belav bû. Ev yek jî tê wateya ji sedî 7 ê xaka Japonyayê. Piştî vê karesatê ji 54 reaktorên nukleerî yên li Japonyayê 14 jê hatibûn girtin.