Ji ber berfa li Elbakê 12 kes li çiyê asê man

Ji ber berfa li Elbakê 12 kes li çiyê asê man

Ekîbên Şaredariya Elbakê, 12 kesên ji zozanan vedigeriyan lê ji ber berfê li çiyê asê man, piştî 10 saetan rizgar kirin.

Şêniyên gundê Balyan ê navçeya Wan Elbakê, dema ji zozanan vedigeriyan ji ber berfa zêde bi sedan mihên xwe bi qasî 10 saetan li çiyê asê man. Piştî ku demeke dirêj agahî ji 12 kesên pezê xwe ji zozana gundê Mendereşê dianî nehat girtin, Şaredarî bi bûyerê hat hesandin.

Li ser vê yekê, ekîbên di nav de Hevşaredar Îhsan Guler jî hebûn, danê êvarê ji bo rizgarkirina welatiyên li çiyê asê mayî çûn herêmê. Ekîbên şaredariyê ji gundê Balyanê heta gundê Westê rê vekirin û tevahiya şevê xebitîn. Li gundê Westê her 12 welatî hatin dîtin û bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Elbakê.