Ji BDP'ê kampanya "Hukûmet gav bi avêje"
Ji BDP'ê kampanya "Hukûmet gav bi avêje"
Ji BDP'ê kampanya "Hukûmet gav bi avêje"
BDP ji bo pêkhatina reformên qonaxa duyemîn a pêvajoya çareseriye dest bi kampanya "hukûmet gav bi avêje" dike. Ji bo rawestandina çêkirina qereqol û bendavan, ji bo berdana girtiyên nexweş û siyasî, ji bo perwerdeya zimanê dayikê, daxistina benda hilbijartinê, ji Roboskî re edalet, rakirina cerdevaniyê û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wê meşên "hukûmet gav bi avêje" pêk werin.
Encama civînên Desteya Rêveber a Navendî û Meclîsa Partiyê ya BDP'ê, ku di 27-28'ê Hezîranê de li Amedê bi rojeva rewşa siyasî û plansaziyê pêk hatin, bi danezanekê ji raya giştî re hat eşkerekirin.
PAKÊTA JI 25 MADDEYÊN PÊŞNIYARAN
Di danezanê de hat ragihandin ku pêvajoya çareseriyê derbasî qonaxa duyemîn bûye û êdî dor hatiye hukûmetê ku gavan biavêje û hat gotin, "Di mijarên gavên lezgîn ên werin avêtin de, partiya me pakêtek pêşniyaran a ji 25 maddeyan pêşkêşî hukûmetê kiriye. Ji aliyê din ve jî Birêz Ocalan pêşniyarên xwe yên ji bo rêveçûna qonaxa duyemîn a pêvajoyê pêşkêşî hukûmetê kiriye. Divê hukûmet bi lezgînî gavên ji bo qonaxa duyemîn biavêje. Gavên ji hukûmetê tên xwestini ne tenê ya gelê Kurd daxwaza hevpar a herkesî ye."
Di danezanê de hat bibîr xistin ku, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo plana xwe ya pêşkêşî hukûmetê kiriye dibêje "Daxwazên ji sedî 90'ê gel e." Di danezanê de hat ragihandin, ku beşeke girîng a civata AKP'ê jî, ji ber AKP li dijî wesayeta leşkerî rawestiya dengê xwe dan û hat gotin;
"Hin derdorên demokrat û lîberal, ji ber vê yekê piştgirî dan AKP'ê. Demokrasî daxwaza tevahiya beşên civakê ye. Li Stenbolê di Qada Taksîmê de, li Amedê di Qada Newrozê de heman daxwaz bilind dibin. Li hemberî vê, hukûmetê polîsên serî li dijwariyê dan pîroz kir, çêkirina qereqol û bendavan dewam kir, leşkerên tecawizkar serbest berda, girtiyên nexweş li girtîgehan avêt ber mirinê û ragihand ku ewê benda hilbijartinê raneke. Bi vî rengî hukûmetê daxwazên demokrasiyê ne bihîst û di feraseta xwe de israr dike. Hukûmetê guh neda daxwazên gel, divê berpirsyariyên qonaxa duyemîn bicih bîne, gavên demokratîkbûyînê yên pêwîst, tavilê bi avêje."
KAMPANYA "HUKÛMET GAV BI AVÊJE"
Di danezanê de hat ziman ku daxwaza azadî û demokrasiyê ya gelan, nekarî ji însiyatîf û mejiyê siyasî yê hukûmeta AKP'ê re were hiştin û hat gotin, "Avakirina demokrasiyê û meşa gav bi gav ber bi azadiyê ve, wezîfeya me ya bingehîn e. Wezîfeya îro ya lezgîn jî ew e ku qonaxa duyemîn a pêvajoya çareseriya demokratîk pêş ve were birin. Pêvajoya çareseriya demokratîk, pêvajoyeke Birêz Ocalan daye destpêkirine. Pêvajoya me ye. Xwedîderketin û pêşvebirina pêvajoyê, berpirsyariya me ye. Ji ber vê yekê, ji bo em bêjîn "hukûmet gav bi avêje" divê em xebatên xwe bi hemû hêzên demokrasî û aştîxwazan re li bajar bi bajar, kolan bi kolan, qad bi qad, parq bi parq bimeşînin. Kampanya me ya "Hukûmet gav bi avêje" wê di 30'ê Hezîranê roja Yekşemê de, li Amed, Mêrsîn û Edenê bi meşan destpê bike. Di tevahiya havînê de, ki bo rawestandina çêkirina qereqol û bendavan, ji bo berdana girtiyên nexweş û siyasî, ji bo perwerdeya zimanê dayikê, daxistina benda hilbijartinê, ji Roboskî re edalet, rakirina cerdevaniyê û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wê meşên "hukûmet gav bi avêje" pêk werin."
Di danezanê de hat ragihandin ku, ji bo hesabpirsîna ji leşkerên tewacizkar ên li Çewlikê, di serî de Meclîsa Jinan wê herkes li qadan bin û hat gotin, "Ji bo têkoşîna li dijî narkotîk û fûhûşê ya ji aliyê ciwanên me ve destpêkir, emê hem hestiyariya civakê hem jî polîtîkayên civakî biafirînin. Em bang li her eksên jiyaneke azad, aştî û bi rûmet dixwazin dikin, ku ji bo pêşvebirina qonaxa duyemîn a pêvajoya çareseriyê, bikevin nava çalakî û xwepêşandanan û barê pêngava çareseriyê hilgirin ser milê xwe."