Ji Baluken têkildarî Çewlikê pêşnûmepirs

Ji Baluken têkildarî Çewlikê pêşnûmepirs

Serokwekîlê Koma HDP'e û parlamenterê Çewlikê Îdris Baluken, der barê kuştina 2 polîsan û qetilkirina 4 kesên sivîl de pêşnûpirsek da meclîsê û diyar kir ku 2 bûyeren ji hev cuda ne û encamê lêkolîna balîstîk ji raya giştî hatiye veşartin.

Serokwekîlê Koma HDP'ê û parlamenterê Çewlikê Îdrîs Baluken, der barê kuştina 2 polisên li Çewlikê jiyana xwe ji dest da û 4 kesên li Pira Gencê hatin qetilkirin bi boneya Serokwezîr Ahmet Davutoglu bibersivîne pêşnûmepirsek da meclîsê. Baluken, di pêşnûmepirsê de diyar kir ku di bûyera 9'ê Cotmehê saet di 21.15'an de li Dortyola Çewlikê pêk hat 2 polîsan jiyana xwe ji dest daye. Baluken, da zanîn ku di heman şevê saet di 22.30'an de li pira navçeya Darahênê maşineyek sivîlan rastî êrîşa polîsan hat û 4 kesan jiyana xwe ji dest da û wiha got: "Waliyê Çewlikê, Wezîrê Karên Hundir û Serokwezîr Davutoglu diyar kirin ku 2 bûyer bi hev ve girêdayî ne. Lê bi nakokiyên cih û demê derket holê ku têkiliya bûyeran bi hev ve tune û şekl û şemalên bûyeran bi hev ve ne giredayî ye. Piştî bûyerê 8 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin rastî işkence û neheqiyên giran hatin."

Baluken ev pirs pirsîn:

"1- Daxuyaniyên şahidan, cih û dema bûyeran, şekl û şemalê bûyeran û lêkolînên balîstîk nîşan didin ku kuştina 2 polîsan û 4 kesan 2 bûyerên ji hev cuda ne. Ev buyer ji hev cuda ne u kesên dixwazin nakokiyan çêkin kî ne? 4 kesên li navçeya Darahênê hatin înfazkirin kî ne? Kesên dixwazin di navbera 2 bûyeran de girêdanê çêkin kî ne? Rayedarên bi daxuyaniyên şaş dixwazin raya giştî şaş agahdar bikin bi van hêzan re çi ye?

2- Rayedarên dewletê yên der barê buyerên di 9'ê Cotmehê de raya giştî şaş agahdar kirin de wê lêpirsîn bê vekirin.

Çima 4 rojan li Çewlikê hiqûq ji holê rabû. Ji bo bûyer tarî bibe gelek hewldan hene. Ji bo ku ser bûyere neyê girtin tu fermana we çêbû?

3- Tevî ku aşkera ye 2 bûyer ji hev cuda ne, hûn difikirin ku gotina xwe ya "Berpirsiyar hatin cezakirin" rast bikin ya na? Hûn û wezîrê girêdayî we hûn difikirin gotinên xwe rast bikin. Hûn bawer dikin ku hûn bi vê helwesta xwe dewleta hiqûqê binpê dikin û kuştinên kujer nediyar rewa dikin? Hûn ê vê rêbaza xwe ya bi vî rengî berdewan bikin yan na?

4 - Çima der barê bûyeran de biryara veşartinê hatiye dayîn. Çima encamên lekolina balîstîkê hev nagirin. Gelo biryara veşartinê ji bo ser rastiyê veşere hatiye kirin. Gelo dixwazin bi îşkenceya li ser kesên hatin binçavkirin dixwazin ser van bûyeran bigirin?

5- Çima Umut Koçyîgit hat binçavkirin û çima 3 rojan li salonên dadgeh û polîsan rastî îşkenceya polîsan hat. Koçyiğit di 13.09.2014'an de ji ber îşkenceya di bin çavan de emeliyat bû. Di heman demê de tevî ku doktor tune jî bê hiqûq ew birine dadgehê. Der barê dozger de lêpirsîn hatiye vekirin?

6 - Di şeva bûyerê de 7 welatiyên hatin binçavkirin rastî îşkenceya giran hatin. Sedema binçavkirina van welatiyan çi ye? Çima welatî bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk neanîne. Der barê van polîs û dozgeran de lêpirsîn hat vekirin?

7 - Piştî bûyera 4 sivîlan, wesayîtek din jî li pişt rastî gulebaranê hatiye çima? Der barê peyvirdarên cemaweriyê yên di roja bûyerê de tev li çalakiya bêdaraz bûne de lêpirsîn wê bê vekirin?

8 - Ji bo 2 bûyerên ji hev cuda serbixwe bê lêkolînkirin encamkirin tu hewldanên we dê hebe yan na?