Ji artêşa Tirk êrîşên bi topan
Ji artêşa Tirk êrîşên bi topan
Ji artêşa Tirk êrîşên bi topan
Artêşa Tirk bi obûs û hewanan êrîşî Herêmên Parastinê yên Medya kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê, diyar kir ku artêşa Tirk li hember herêmên Heftanîn û Oremar êrîşên bi obûs û hewanan pêk aniye.
HPG’ê ku têkildarî êrîşa 6’ê Mijdarê ya li hember Oremarê agahî da got, “Saet di navbera 15:00 û 15:30’î de ji Qereqola Oremar bi piştgiriya balafirên bêmirov Girê Şehîd Xefûr hatiye topbarankirin.
Heman rojê saet di navbera 17:00 û 18:30’an de gundên Perîxanê û Talane û derdora wê ku li herêma Oremar a Colemêrgê ne, ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve bi topên obusan hatine bombardûmankirin.”
LI HEMBER HEFTANÎN ÊRÎŞA BI OBÛSAN
Navenda Ragihandinê di daxuyaniya xwe de got, “5’ê Mijdarê saet 15.30'an ku li jêra Girê Meymûn ê di xeta Qilaban a Şirnexê de ye li hember kepçe û dozerên ji bo rêya tankên artêşa Tirk dihatin xebitandin gerîlayên me bi armanca hişyariyê ew gulebaran kirine. Bi gulebarana gerîlayên me re artêşa Tirk vekişiyaye. Paşê qada Şehîd Kendal bi obus û hewanan hatiye bombardûmankirin.”
Her wiha 6’ê Mijdarê saet 12:00'an qada Şehîd Kendal, saet di navbera 13:00 û 14:00’an de jî qada Dola Sulê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve bi obus û hewanan hatine bombardûmankirin. Hêzên me yên gerîla jî li hember van êrîşan bi çekên giran bersiv dane.
LI ZAP’Ê KEŞF
Dîsa 6’ê Mijdarê saet di navbera 17:00 û 20:00’an de li herêma Zapê balafirên bê mirov firiyane.