Ji artêşa Tirk bombardûman
Ji artêşa Tirk bombardûman
Ji artêşa Tirk bombardûman
Bombardûmana zêde ya artêşa Tirk a li hember Herêmên Parastinê yên Medya didome. Hat ragihandin ku bi nepoxan cîhaz avêtine hin herêmên navçeya Gever a Colemêrgê.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê, diyar kir artêş Tirk, herêmên gerîla bi hewan û obûsan bomabardûman kiriye. HPG’ê ragihand ku bi balafirên bê mirov keşf didomin.
HPG’ê got ”7’ê Mijdarê saet 14:30'an û 8’ê Mijdarê saet 12.00’an artêşa dagirker a Tirk xwestiye bi armanca leşkerî li qûntarê girê Meymûn çêkirina rê bidomîne. Li ser vê yekê gerîlayên me tavilê bersiv dane. Lewma; ji girê Meymûn û Çete yên di kontrola artêşa Tirk a dagirker de; 7’ê Mijdarê saet di navbera 14:30 û 16:00’an de herêmên Şehîd Kendal, Şehîd Welat û Şehîd Rênas, 8’ê Mijdarê saet di navbera 12:00 û 14:00’an de herêma giştî hatiye bombardûmankirin.
Her wiha 4 rojên dawî ne artêşa Tirk a dagirker herêmên Dola Kuliya, Dola Sulê, Boxaza PKK’ê, Tepê Şehîd Denîz û Tepê Hestiya bi obus û hewanan bênavber bomabardûman kiriye. Li hemberî vê hêzên me yên gerîla cih bi cih bi çekên giran bersiv dane.”
BI NEPOXAN HIN CÎHAZ AVÊTIN
Navenda Ragihandinê diyar kir ku li ser Herêmên Parastinê yên Medya keşf didomin û bi nepoxan cîhaz avêtine hin herêman. Navenda Ragihandinê got, “Du rojên dawî ne li herêma Şehîd Rehîme ya li ser xeta navçeya Gever a Colemêrgê artêşa Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov keşf pêk aniye. Hatiye dîtin ku balafirên bêmirov bi nepoxan hin cîhaz avêtine herêmê. Keşf li Herêmên me yên Parastinê yê Medya zêde bûne. Li gor vê 8’ê Cotmehê saet di navbera 04:30 û 12:00’an de li herêma Avaşîn balafirên bêmirov ên artêşa Tirk a dagirker bi awayekî zêde keşf pêk anîne.”
Hat ragihandin ku 3 rojên dawî ne li ser xeta herêma Heftanîn balafirên bêmirov bi awayekî zêde bi armanca keşfê geriyane.