Ji 9 siyasetmedarên Kurd re 60 sal û 11 meh ceza
Ji 9 siyasetmedarên Kurd re 60 sal û 11 meh ceza
Ji 9 siyasetmedarên Kurd re 60 sal û 11 meh ceza
Di doza siyasetmedarên Kurd a di çarçoveya "KCK"ê ya Colemêrgê de ji jê 6 girtî bi giştî 9 siyasetmedarên Kurd re 60 sal û 11 meh cezayê girtîgehê hat birîn.
Danîşîna doza siyasetmedarên Kurd jê 6 girtî bi giştî 9 kesan li 5'emîn Dadgeha Ceza ya Giran a Amedê pêk hat. Siyasetmedarên Kurd ku bi Kurdî parastina xwe kirin, anîn ziman ku 13 meh in bi awayekî nehuqûqî tên girtin û îddîayên der barê xwe de qebûl nekirin.
Parêzerên siyasetmedarên Kurd diyar kirin ku îddîa derew in û dîrokên qeydên telefonan ku tên îddîakirin, li hev nakin, nakokî hene û divê dadgeh baweriya xwe bi şahidên veşartî neyne, ji ber ku ev îtîbara dadgehan kêm dike.
Piştî parastina parêzeran heyeta dadgehê ji bo biryarê aşkera bike navber da danîşînê û piştî navberê ceza li siyasetmedarên Kurd barand. Ji Davetî Tan 6 sal û 3 meh, Cemîl Akiş re 6 sal û 3 meh, ji Mehmet Siddik Yildirim, Saît Gezer, Necman Oner û Seyfettîn Temel ji her yekî re 7 sal û 5 meh ceza birî. Her wiha ji bo endamê meclîsa şaredariya Colemêrgê Lokman Abî, aktîvîstî DOKH'ê Medîne Duran û Abdulhakîm Kaya 6 sal û 3 meh ceza hat birîn. Heyetê ji bo Tan û Akiş biryara tahliyeyê û ji bo siyasetmedarên din jî biryara berdewamkirina girtinê da.
Ji aliyê din ve girtiyê bi navê Necman Oner ku felç bûye û nexweşiya wî ya dil heye jî tevlî danîşînê bû. Tevî ku ji bo tedawiyê tehliye xwest jî 7 sal û 5 meh ceza lê hat birîn.