'Ji 15’ê Îlonê ve 3 hezar çete hatin kuştin’

'Ji 15’ê Îlonê ve 3 hezar çete hatin kuştin’

Fermandariya YPG/YPJ’ê ya Kobanê û pêşmergeyan daxuyaniyek hevpar lidar xistin û pirsên rojnamevanan bersivandin. Di daxuyaniyê hate diyarkirin ku li Kobanê înîsiyatîf di destê YPG’ê de ye û hêza çeteyan gelekî lewaz bûye.

Fermandariya YPG/YPJ’ê û pêşmergeyên ku ji bo piştgiriyê hatin Kobanê, der barê rewşa şer a dawî de daxuyaniyek hevbeş a çapemeniyê li dar xisn û pirsên rojnamevanan bersivandin. Di civîna ku gelek endamên çapemeniyê yên Kurd û biyanî şopandin de, endamê Fermandariya YPG’ê ya Kobanê Dijwar Xebat, endama Fermandariya YPJ’ê ya Kobanê Hebûn Dêrik û fermandarê pêşmergeyan Ehmed Gerdî amade bûn.

Di destpêka daxuyaniyê de Dijwar Xebat der barê geşedanên dawî yên li Kobanê de agahî dan. Dijwar Xebat destnîşan kir ku li Kobanê înîsiyatîf heta niha di destpê YPG/YPJ’ê de ye û derbeyên giran li çeteyan tên xistin.

Dijwar Xebat piştre pirsên rojnamevanan bersivandin. Xebat li ser pirsa tekildarî hejmara kuştiyên çeteyan de ev agahî dan; “Ji destpêka êrîşan ve heta niha 3 hezar çete hatine kuştin. Heza çeteyan gelekî lewaz bûye. Şervanên YPG/YPJ û pêşmerge derbeyên giran li wan dixin.”

Ehmed Gerdî jî der barê yekîtiya kurdan de axivî û diyar kir ku ew amade ne ji bo parastina Kobanê beşdarî hemû şer û pevçûnan bibin û alîkariya YPG’ê bikin.

Fermandara YPJ’ê Hebûn Dêrik jî pirsa rojnamevanan a “Çend şervanên YPJ’ê hene?” bersivand û wiha got: “Hezar şervanên me hene û li hemû eniyên şer belav bûne. Şervanên li dijî çeteyan çalakiyên bi bandor lidar xistine. Şervana me Arîn Mîrxan mînaka herî berbiçav û fedakariya şervanên me ye. Em ê li ser rêya wê têkoşîna xwe bidomînin.”

Li ser pirsa, “Pêwîstiya vekirina korîdora mirovî ya ji bo Kobanê heye yan na?” jî Dijwar Xebat diyar kir ku ev korîdor ji bo rizgarkirina welatiyên sivîl gelekî pêwîst e." Ehmed Gerdî jî li ser heman mijarê got ku vekirina korîdorê ji bo şandina çekan gelekî girîng e.

Fermandaran ji hêzên koalîsyona li dijî DAIŞ’ê xwestin ku êrîşên xwe zêde bikin û piştgiriya çekan ji wan re bikin.