Îsraîlê cenazeyên 23 Fîlîstîniyan teslîm kir

Îsraîlê cenaeyên 23 Fîlîstîniyên ku îdîa dike li Şerîa Rojava êrîş kirin, radestî rayedarên Fîlîstînê kir.

Li gorî Fîlîstîniyan hînê cezaneyên 17 kesan di destê Îsraîlê de ne.

Berdevkiya artêşê bi daxuyaniyekê ragihand ku cenazeyên 23 kesên ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Îsraîlê ve hatin kuştin, radestî rayedarên Fîlîstînê hatine kirin. Di daxuyaniyê de hat îdîakirin kirin, ku cenaze yên kesên êrîşî Îsraîliyan kirine.

Tê texmînkirin ku radestkirina cenazeyan, ji bo nermkirina rewşa aloz a ji destpêka Cotmehê û vir ve heye û heta niha nêzî 160 kesan jiyana xwe ji dest dane, hatiye kirin.

Rayedarên Fîlîstînî jî diyar dikin ku hînê cenazeyên 17 kesan di destê artêşa Îsraîlê de ne. Fîlîstîniyan her wiha dan xuyakirin, ku hemû cenazeyên hatine teslîmkirin, ne yên êrîşî Îsraîlê kirine.

Serokdewletê Fîlîstînê Mahmûd Abbas roja Pêncşemê daxuyaniye dabû û desteserkirina cenazeyên Fîlîstîniyan bi zimanekî tund rexne kiribû.