Irmak: Bûyer bi zanebûn kirin yek
Irmak: Bûyer bi zanebûn kirin yek
Irmak: Bûyer bi zanebûn kirin yek
Heyeta HDP’ê ya ji bo lêkolînkirina êrîşa çekdarî ya li hember Midûrê Emniyetê yê Çewlikê û paşê bi sedema failên bûyerê ne 4 kes hatin qetilkirin hatin bajêr, bi Baroya Çewlikê û rêveberên ÎHD’ê re hevdîtinek pêk anîn. Parlamentera HDP’ê Selma Irmak a têkildarî hevdîtinên xwe axivî got, "Du bûyerên cuda rû didin û van her du bûyeran bi awayekî zanebûn dikin yek.”
Şeva 9’ê Cotmehê li Çewlikê di êrîşa çekdarî ya li hemberî Midûrê Polîsan ku du polîsan jiyana xwe ji dest da û piştî wê bi sedema failên bûyerê ne wesayîtek hat gulebarankirin, di nav wan de ku gerîlayên HPG’ê jî hebûn 4 kes hatin qetilkirin. Heyeta HDP’ê ya ji bo lêkolînkirina bûyerê hat bajêr, bi baroya Çewlikê û Serokê Şaxa ÎHD’ê ya bajêr re hevdîtin pêk anîn. Heyeta HDP’ê ya di nav wan de parlamenter Nursel Aydogan û Selma Irmak û Alîkara Hevseroka Giştî ya HDP’ê Meral Daniş Beştaş pêk dihat piştî vê hevdîtinê li avahiya DBP’ê ya Bajêr civîneke çapemeniyê li dar xist.
Parlamenter û Hevseroka KCD’ê Selma Irmak, diyar kir ku têkildarî vê bûyerê tu heqê kesekî nîne komekê yan jî mirovan sûcdar bike û wiha dewam kir: "Delîl pir zelal in. Du bûyerên cuda rû didin û bi zanebûn van her du bûyeran dikin yek. Sûîqestek tê kirin. Em bi hevalên xwe yên parêzer re axivîn. li ser îfadeyên polîsan tevdigerin. Cînayeteke 15 saniyeyan a bi profesyonelî heye. Hema piştî wê ji telsîza polîsekî anonsek tê kirin û paşê înfaza 4 mirovan dibe mijara gotinê. Niha raporên balîstîkê derketine holê ku çekên tên gotin di destê kesên hatine înfazkirin de ne û çekên di sûîqestê de hevdu nagirin. Pir aşkera ku ev cinayet hatiye plankirin, bi vê cinayetê re jî ev înfaz hatiye plankirin.”
Irmak diyar kir ku Kurdan ji bo aştiyê kerameta herî mezin nîşan dane û gelê Çewlikê jî berdêlên pir mezin dane. Irmak got ku wê wek partî timî bi gel re bin.
Piştî daxuyaniyê li avahiya partiyê civîna gel hat lidarxistin. Hat ragihandin ku wê heyet bi dozgerê ku bûyerê lêkolîn dike re hevdîtinê pêk bîne.