Îranê careke din fuzeya balîstîk ceriband

Mûxafizên Şoreşê yên Îranê, di çarçoveya tetbîqateke leşkerî de du fuzeyên din ên balîstîk ceribandin.

Li gorî ajansên Fars û Tasnîm, du fuzeyên balîstîk ên bi tîpa Qadr H ji bakurê Îranê hat berdan û gihaştin hedefên xwe yên li 1400 kîlometre li başûrê welêt.

Rejîma Îranê niha tetbîqatên leşkerî dike. Roja Sêşemê jî hatibû ragihandin ku ji baregehên li binê erdê, fuzeyên balîstîk hatine berdan.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) jî bi pêkanînên dîplomatîk gef li Îranê xwar. Rayedarekî Amerîkî, ceribandina fuzeyan piştrast kir û da zanîn ku DYA wê ji Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî hewl bide li gorî vê rewşê 'bersivekê' werbigire.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka, di 17'ê Çileyê de pêkanînên nû yên li ser bernameya fuzeya balîstîk a Îranê eşkere kiribû.

Ev daxuyaniya DYA, heman piştî rakirina piraniya pêkanîn-ambargoya aborî ya li hemberî Îranê hatibû dayîn. Di çarçoveya peymana nukleerî ya navbera Îranê û hêzên mezin de, ku di Tîrmeha 2015'an de pêk hat, biryar hat dayîn pêkanînên aboriyê yek bi yek bên rakirin.

Wezareta Karên Derve ya Îranê nerazîbûneke tund nîşanî biryara DYA ya pêkanînê da û îdîa kiribû ku ev yek rewa nîne, ji ber ku bernameya balîstîk li gorî bombeya nukleerê nehatiye amadekirin.

Di destpêka meha Çileyê de televîzyoneke Îranî dîmenên baregeheke binê erdê ya fuzeyên menzîla xwe 1.700 kîlometre ye, weşandibû.

Li gorî pisporên Neteweyên Yekbûyî, Îranê di meha Cotmehê de jî ceribandineke bi heman rengî ya fuzeyê kiribû.