Însiyatîfa Gel a Kurdistanê: Bi ya qedexeyê nekin!

Însiyatîfa Gel a Kurdistanê: Bi ya qedexeyê nekin!

Însiyatîfa Gel a Kurdistanê bi daxuyaniyekê bang li gelê Kurd û dostên Kurdan kir ku li gorî qedexeya Tirkiyeyê ya li Bakurê Kurdistanê îlan kiriye tevneger in û xwest, çalakiyên piştevaniya bi Rojava û serhildan dewam bikin.

Daxuyaniya însiyatîfê bi vî rengî ye:

Li dijî hewldanên komkujiyê û êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê ku bi piştgiriya dewleta Tirk dike, gelê Kurd mafê xwe yê mafdar û rewa bikar tîne. Di vê çarçoveyê de gelê Kurdistanê ji heft heta heftê salî, li tevahiya Kurdistanê, Tirkiyeyê û Ewropayê rabûye serhildanê.

Li ku dibe bila bibe gelê me wê li dijî her şêwe êrîş û tinekirinê mafê xwe ye parastina rewa bikar bîne û bersivê bide. Divê were zanîn ku êrîşên li hemerî gelê me yê rabûye serhildanê, ji ku û ji aliyê kê tê bila bê, wê bersiva pêwîst bibîne.

Hikûmeta AKP ji tirsa vê serhildana mezin û bi heybet, li bajarên Kurdistanê rewşa awarte îlan kiriye. Li gorî xwe dixwaze vê serhildanê bi qedexeyan asteng bike. Dixwaze bi vê biryarê re mirov li mala xwe rûnên û bi bêdengî li komkujiyeke gengaz a li Kobanê temaşe bikin.

Weke endamên tevgereke ku rejîma faşîst a dest bi xwîn a 12'ê Îlonê ji hev xistiye, em îlan dikin ku em biryarên rewşa awarte nas nakin. Rewşa awarte û rêveberiya awarte derbasdar nîne, li cem me ti qîmeta xwe nîne û biryareke bêbandor e.

Kolan, meydan, tax, kampusên zanîngehê yên me ne; îşkencexane, qereqol û daîreyên hikûmetê jî yên wan e. Yên ku divê rûnê û dernekeve derve ev rejîma dîktator û endamên wê ne.

Ji xwe gelê me di pratîkê de vê biryarê nas nake, li kolan û meydanan çalakiyên li dijî çeteyên DAIŞ'ê dewam dike.

Di vê çarçoveyê de em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku vê biryarê binpê bike, bêwate bike û çalakiyên pratîk re ji holê rake."