Înîsiyatîfa li Kobanê êdî di destê YPG'ê de ye
Înîsiyatîfa li Kobanê êdî di destê YPG'ê de ye
Înîsiyatîfa li Kobanê êdî di destê YPG'ê de ye
Êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê di roja 32. de ye. Çete jî li pêşberî YPG/YPJ'ê derbên giran dixwin. Çeteyên ku xwe gihandin hin herêmên bajêr, li pêşberî berxwedana YPG'ê di rojên dawî de gav bi gav têk diçin. Fermandara YPG/YPJ'ê ya Kobanê Meryem Kobanê ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir ku bi taybetî di du rojên dawî de rewş ji bo wan ber bi başiyê ve diçe û înîsiyatîf ketiye destê wan.
Kobanê diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê, şikestin û têkçûna dijîn hewl didin bi çalakiyên xwekujî telafî bikin û diyar kir ku hemû hewldanên çeteyan ji aliyê şervanên YPG'ê ve tên astengkirin.
Fermandar Kobanê da zanîn ku li gel şikestin û têkçûnan jî çeteyên DAIŞ'ê êrîşên xwe dewam dikin û anî ziman ku çete ji nû ve hêz û çekan li herêmê dicivînin.
"ÇETE DERIYÊ SÎNOR HEDEF DIGIRIN"
Meryem Kobanê da xuyakirin ku pevçûn bi dijwarî dewam dike û got, "Êdî însiyatîf di destê YPG'ê de ye. Em bi tundî li wan didin, pevçûnên dijwar diqewimin, lê însiyatîf di destê hêzên YPG'ê de ye. Pevçûn bi giranî li rojhilatê bajêr diqewimin. Li rojhilat li ser xeta sînor êrîş dikin. Çeteyên DAIŞ'ê hewl didin ji ser wê xetê xwe bigihînin deriyê sînor ê Murşîtpinarê, lê hêzên me rê nadin çeteyan. Derbên giran li wan didin."
Fermandar Kobanê diyar kir ku ji başûrê bajêr, ji girê Miştenûr û ji hin malan, çete di rojên dawî de hawanan diavêjin nava bajêr û da zanîn ku Miştenûr hînê di bin serdestiya çeteyên DAIŞ'ê de ye.
'ME LI NAVENDA BAJÊR ÇETE ŞIKAND'
Meryem Kobanê ragihand ku li aliyê rojava li Til Şeîrê pêşketinên girîng rû dane û got, "Me gundê Til Şeîrê rizgar kirin û girê Til Şeîrê jî di bin kontrola hêzên me de ye. Em li wir bi pêş ketin. Li nnavenda bajêr, li herêma ku avahiyên asayîş û şaredariyê lê ne, me çeteyên DAIŞ'ê derxistin derveyî çend kolanan. Li wê nuqteyê şer giran e, lê me çete li wir jî şikand û derbên giran li wan dan."
ÎNÎSIYATÎF ÊDÎ DI DESTÊ YPG'Ê DE YE
Fermandar Meryem Kobanê da xuyakirin ku li gorî rewşa giştî ya şer di asta heyî de însiyatîf di destê YPG'ê de ye û destnîşan kir ku wan li herêma Kaniya Kurdan li dijî girê ku ala DAIŞ'ê lê li dar bû sûîkastek kirine û ala DAIŞ'ê ji gir daxistine. Kobanê ragihand ku li Kaniya Kurdan hînê çeteyên DAIŞ'ê hene û got, "Li hemberî wê herêmê jî operasyonên me, çalakiyên me hene. Em ê DAIŞ'ê ji her bihosta xaka Kobanê derxînin û biavêjin."
Kobanê da xuyakirin ku ji aliyê giştî ve çeteyên DAIŞ'ê şikestineke mezin dijîn û diyar kir ku rewş êdî ji bo wan ber bi nuqeteyek baş ve diçe.
'ÇETEYÊN DAIŞ'Ê YÊN ŞIKESTIN, ÇALAKIYÊN XWEKUJÎ LIDAR DIXIN'
Kobanê hewldanên çalakiyên xwekujiyê yên çeteyên DAIŞ'ê di rojên dawî de dikin bibîr xist û ragihand ku ev hewldanên êrîşan pêwendiya xwe bi şikestina mezin a çeteyên DAIŞ'ê heye. Kobanê da zanîn ku çete hewl dide şikestina dijî bi rêbazên bi vî rengî çareser bike û destnîşan kir, lê belê serketina van hewldanên çeteyan nepêkane. Kobanê destnîşan kir ku şervanên wan û tedbîrên hatine kirin, ev êrîşên xwekujî yên bi wesayîtên bombebarkirî, bê encam dihêlin.
Fermandar Meryem Kobanê herî dawî bang li gelê Kurd kir û got, "Em soz didin gelê xwe ku em ê bi ser bikevin. Baweriya me mezin e, biryardariya me misoger e. Em ê bi ser bikevin, bila kes ji vê gumana neke. Kobanê neket, wê nekeve."