Înîsiyatîfa Gel: Tenê bilindkirina serhildanê dikare pêşî li komkujiyê bigire
Înîsiyatîfa Gel: Tenê bilindkirina serhildanê dikare pêşî li komkujiyê bigire
Înîsiyatîfa Gel: Tenê bilindkirina serhildanê dikare pêşî li komkujiyê bigire
Înîsiyatîfa Gel a Kurdistanê aşkera kir ku DAIŞ li Kobanê amadekariya komkujiya sivîlan dike û xwest ku gelê Kurd ji aliyekê ve berê xwe bide sînorê Kobanê û yên mayî jî di cihê xwe de serhildanê bilindtir bikin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Înîsiyatîfê de hate bibîrxistin ku çeteyên xwînmij ên DAIŞ'ê li hemberî Kobanê êrîşa herî mezin a rojên dawî daye destpêkirin û wiha hate gotin: "Piştgiriya herî mezin ji bo lehengên Kurdistanê yên ku di eniya şer de sing bi sing şer dikin ew e ku serhildan li hemû derê bê bilindkirin. Banga me ji bo gelê me û dostên me yên şoreşger ew e bêyî ku dem derbas bikin, li hemberî hevkariya qirêj a AKP û DAIŞ'ê û xetereya komkujiyê dakevin qadan û bajaran veguherînin qada şer."
Înîsiyatîfa Gel a Kurdistanê da zanîn ku xetereya li Kobanê mezin e û da diyarkirin ku Tirkiye jî bi valakirina gundên li ser xeta sînor hewl dide ku zemînê ji komkujiya çete pêk bînin re amade bike.
Daxuyanî wiha didome:
"Roj ew roj e ku em wek gelê Kurd vê lîstika mezin û tifaqa qirêj belav bikin. Roj roja hesabpirsînê ye ji vê koma çeqelan a êrîşî Kurdistanê dike û ji hevkarên wan ên rûreş. Ji ber vê yekê divê tu Kurdên bi namûs li cihê xwe nesekine. Em berxwedan û serhildana gelê xwe yê Pirsûs, Amed, Mêrdîn, Wan, Colemêrg, Êlih, Semsûr, Stenbol û Îzmîrê silav dikin. Divê gelê me jiyana rojane rawestîne û serhildanê bidomîne. Tekane rêya pêşîlêgirtina serhildanê raperîna topyekûn e."