Înîsiyatîfa Gel a Cizîrê banga tevlîbûna meşa sibê kir
Înîsiyatîfa Gel a Cizîrê banga tevlîbûna meşa sibê kir
Înîsiyatîfa Gel a Cizîrê banga tevlîbûna meşa sibê kir
Înîsiyatîfa Gel a Cizîra Botan, daxuyaniyek der barê meşa ku wê sibê li Cizîrê bê lidarxistin de daxuyaniye weşand û bang li gelê Botanê kir ku ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê û ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê û êrîşên polîsên AKP’ê yên li ser gel, tevlî meşa girseyî ku dê sibe bê lidarxistin, bibin
Înîsiyatîfa Gel a Cizirê di daxuyaniya weşand de, bang li gelê Cizîrê kir ku bi awayeke xurt tevlî meşa ku dê sibê bê lidarxistin bibin û got: “Em bang li gelê me yê Botanê dikin ku bi ruhê serhildanên salên 90’an tevlî meşa wê sibê bê lidarxistin bibin û komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo şermezarkirina wehşeta çeteyên hov ê DAIŞê yên li ser Kobanê û êrîşên polîsên AKP’ê yên li dijî gelê me, tevlî meşa ku wê sibê bê lidarxistin bibin.”
Di daxuyaniya Înîsiyatîfê de hate gotin ku meş wê sibe saet di 11.00 de dest pê bike û got: “Divê hemû gelê me sibê li ber avahiya DBP’ê ya navçeyê li hev kom bibe û bi ruhê berxwedanê tevlî meşê bibe, û nerazîbûn nîşanî hêzên emperyalîst, mêtînger û faşîst bidin.”