Îngilîstanê li dijî DAIŞ'ê dest bi êrîşên hewayî kir
Wezareta Parastinê ya Îngilîstanê da xuyakirin ku 4 balafirên şer ên bi tîpa Tornado ji baregeha hewayî ya Îngilîstanê ya li Qibrisê rabûne û li hedefên DAIŞ'ê yên li Sûriyeyê xistine.

Çend saet piştî erêkirina erkê êrîşên hewayî yên li dijî DAIŞ'ê ji aliyê parlamentê ve, Hêzên Hewayî yên Qraliyetê, operasyona xwe ya destpêkê ya li Sûriyeyê pêk anîn.
Di dengdayîna duh nîvê şevê de 397 parlamenteran pêşniyar qebûl kirin, 223 parlamenter jî li dij derketin.
Serokwezîr Davîd Cameron diyar kir ku erka erîşa li dijî 'cinawirên serdema navîn' DAIŞ'ê tê xwestin, qanûnî ye û wê ji ewlehiya Îngilîstanê re bibe alîkar.
Lîderê Partiya Karker a li mûxalefetê Jeremy Corbyn, plana hikûmetê weke 'sparteya xwe nîne' pênase kiribû. Tevî vê yekê jî gelek parlamenterên Partiya Karker ev plan erê kirin.
Wezîrê Karên Derve yê Îngilîstanê Phîlîp Hammond da xuyakirin ku wê balafirên şer bi lez û bez ji herêmê re bên şandin û ji îro ve li baregehên xwe yên nû ji operasyonên li dijî Sûriyeyê re amade bin.