Îmam Koca li gundê lê ji dayik bû hat defnkirin

Îmam Koca li gundê lê ji dayik bû hat defnkirin

Îmam Koca “Apê Îmam” ku li bajarê Koln ê Elmanya jiyana xwe ji dest da, li gundê lê ji dayik bûye Harunan ê girêdayî bajaroka Kurecîk a navçeya Akçadag a Meletî hat defnkirin.

Rêveberê berê yê Heyva Sor a Kurdistanê Îmam Koca ku salên demdirêj di nava têkoşîna azadiya Kurd de cih girt û nêzî 25 salan li bajarê Koln ê Elmanya dijiya, li Nexweşxaneya Merheîmtedawiya nexweşiya şekir û gûrcikan didît, di 18’ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Koca li gundê lê ji dayik bûye Harunan ê girêdayî bajaroka Kurecîk a navçeya Akçadag a Meletî hat defnkirin. Di merasîma goristanê de li gel xizmên Koca, rêveberên DBP û HDP’ê yên Meletî û navçeya Akçadag, rêveberên Şaxa ÎHD’ê yên Meletî û bi sedan kes tevlî bûn. Di merasîma bi rêzgirtinê destpê kir, ji xizmên Koca rêvebera Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Melatya Perîhan Yucekaya axivî. Yucekaya got: “Rêheval Îmam timî di refên pêş ên têkoşîna azadiyê de cih girt. Hemû demê û di her mercê de weke Apoyiyekî dilnizm û fedakar jiya. Em êşa xwe di dilê xwe de vedişêrin, li pêşberî kesayeta wî ya têkoşer xwe ditewînin û em ê têkoşîna wî berdewam bikin.”

Piştî Yucekaya hevsera Îmam Koca û endama Meclîsa Jinan a Kolnê Delal Koca ku axivî diyar kir ku hevserê wê salên demdirêj in di nava têkoşîna azadiyê de bi dilxwazî cih girt. Koca wiha got: “Heya ku aştî neyê wê ti dayikek nikaribe bi rehetî razê.”

Piştî axaftinên hatin kirin li ber goristanan gund nimêja cenaze hat kirin. Piştî kar û barên definkirinê xwarin hat xwarin.