Saziya bi navê IHS Jane's a navenda wê li Londonê ye û bi raporên xwe yên li ser mijarên leşkerî û îstixbarî tê naskirin, , da xuyakirin ku bi saya berxwedana bi pêşengiya YPG'ê ya li Rojava, herêmên azad ên di destê Kurdan de ne, ji sedî 186 zêde bûne. Di rapora saziyê de hat ragihandin, ku çeteyên DAIŞ'ê li gorî salek beriya niha, di sala 2015'an de 13 hezar kîlometreçargoşe axa di destê xwe de winda kirine.
Di rapora IHS Jane's de hat destnîşankirin, ku çeteyên DAIŞ'ê ji sedî 14 axa dagir kiribû, di sala 2015'an de winda kirine. IHS Jane's da zanîn ku beşeke girîng a vê windahiya xaka di bin dagirkeriya DAIŞ'ê de bû, bi kêrî Kurdan hatiye.
Di raporê de bal hat kişandin ser azadkirina Til Ebyad û pêşdeçûna YPG'ê li Hesekê û herêmên din. IHS Jane's da xuyakirin, ku herêmên ji aliyê Kurdên li Rojava ve hatine azadkirin, li gorî sala 2014'an ji sedî 186 hatine zêdekirin û ev yek tê wateya 15 hezar 800 kîlometreçargoşe.
Di dewama raporê de hat ragihandin ku çeteyên DAIŞ'ê, ev windahiya xaka di destê xwe de, bi dagirkirina hin herêmên li Sûriye û Iraqê re kêm kiriye û bal hat kişandin ser dagirkirina bajarên Palmîra û Ramadî.
IHS Jane's diyar kir ku rejîma Beşar Esad di nava Sûriyeya ji 185 hezar kîlometreçargoşeyî bi tenî 30 hezar kîlometreçargoşeyê kontrol dike û destnîşan kir ku bi saya êrîşên hewayî yên Rûsyayê, ji destpêka vê salê û vir ve, hin herêmên ji dest berda bû, ji nû ve bi dest xistiye.