ÎHD’yî ber bi Lîceyê ve çûn
ÎHD’yî ber bi Lîceyê ve çûn
ÎHD’yî ber bi Lîceyê ve çûn
Li navçeya Lîceya Amedê welatiyên ku ji bo protesto kirin çêkirina qereqola li Hêzanê, leşkerên Qereqola Kayacikê gel gulebaran kirin û di encama gulebaranê de kesekê jiyana xwe ji dest da, 3 jê giran 7 kes birîndar bûn. Li navçeyê rageşî didome, heyeta ku di nav de ÎHD heyî ber bi Lîceyê ve çûn.
Gundiyên ku çêkirina qereqola gundên Hêzanê a girêdayî navçeya Lîceya Amedê protesto kirin, leşkerên qereqolê gule li gel reşandin. Di encama êrîşa leşkeran de kesekê jiyana xwe ji dest da, 3 jê giran 7 kes birîndar bûn. Hate ragihandin ku, li navçeyê rageşî didome. Alîkarê Serokê Giştî ê ÎHD’ê Serdar Çelebî, sekreterê Şaxa Amedê Abdulselam Înceoren û Endamê Lijneya Rêveber Muhterem Suren jî di nav de heyî, heyeta ÎHD’ê ber bi Lîceyê ve birêketin.