ÎHD û Mazlûm-Der ji bo sercerdevanê dîl çûn Başûrê Kurdistanê

ÎHD û Mazlûm-Der ji bo sercerdevanê dîl çûn Başûrê Kurdistanê

Şandeyek ku ji nunerên ÎHD û Mazlum-Derê pêk tê ji bo wergirtin sercerdevan Esat Farûk ku ji aliyê gerîlayan ve hatibû girtin, çûn Başûrê Kurdistanê.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Alîkarê Serokê Giştî yê Mazlûm-Derê Selahattîn Çoban, Serokê ÎHD’ya Colemêrgê Îsmaîl Akbulut, Serokê Mazlûm-Dera Colemêrgê Cengîz Şen û nunerê Baroya Colemêrgê Prz. Erol Çali ji bo serbestberdana wergirtin sercerdevan Esat Farûk ku ji aliyê gerîlayan ve hatibû girtin, çûn Başûrê Kurdistanê.

Alîkarê Serokê Mazlûm-Derê Selahattîn Çoban da zanîn ku malbata cerdevan Esat Farûk ji bo serbestberdanê serî li wan dane û ew ê ji bo vê yekê hewl bidin. Her wiha da zanîn ku ew ê ji bo serbestberdanê Serokê Komeleya Cerdevanên Gundan a Colemêrgê Sadî Ozatak ku ji aliyê HPG’ê ve dîl hatiye girtin hevdîtinan bikin.