Îdîaya li Şêx Meqsûd çekên bi madeyên kîmewyî hatin karanîn
Îdîaya li Şêx Meqsûd çekên bi madeyên kîmewyî hatin karanîn
Îdîaya li Şêx Meqsûd çekên bi madeyên kîmewyî hatin karanîn
Hate ragihandin ku rejîma Baas a Sûriyeyê di êrîş û topbaranên li dijî Taxa Şêxmeqsudê ku piraniya şêniya wê Kurd de, guleyên ku madeyên kîmyewî di nav de hene, bikar anîne. Li gorî agahiyên bijîşkan dane, welatiyê bi navê Rustem Hemze (53) ku di êrîşê de birîndar bibû, bi guleyek ji vana jiyana xwe ji dest daye.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê ANHA’yê Daneyên ku di rojên dawî de li bajarê Helebê derdikevin holê, nûçeyên wekî, “Rejîma Baasê çekên kîmyewî bikar tîne” piştrast dikin. Çend roj beriya niha li Taxa Şêxmeqsûd Meeruf a Helebê, welatiyê bi navê Rustem Hemze di encama êrîş û gulebarên hêzên rejîmê de birîndar bû. Hemze ku bi guleyek li kêleka wî hatiye xistin birîndar bû û rakirin Nexweşxaneya Aferîn a li Efrînê. Hemze îro serê sibehê jiyana xwe ji dest da.
bijîşkan diyar kirin ku guleya li Hemze hatiye xwistin kîmyewî bûye û ev agahî dan: “Me gelek hewl da ku wî rizgar bikin, lê ji ber ku di serê guleya li wî hatiye xistin de madeyên kîmyewî hebûn, jiyana xwe ji dest da. Em dikarin bêjin ku Hemze ji ber birîna guleyê na, ji ber madeyên kîmyewî jiyana xwe ji dest da.”
Li aliyê din li ser bedena Hemze li dora cihê ku gule lê ketiye reşûşînahiyek mezin balê dikişîne.
Demek beriya niha jî pisporek ji Nexweşxaneya Selum a li Taxa Ezîziyê ya Helebê diyar kiribû ku hêzên rejîmê madeyên kîmyewî yên ku dibin sedema nexweşiya penceşêrê bi kar tîne, lewre jî gelek kesên birîndar dibin, bi vê nexweşiyê ketine.