Îdiaya li Lîceyê kesek mir
Îdiaya li Lîceyê kesek mir
Îdiaya li Lîceyê kesek mir
Gelê ku avakirina avahiyên li ber qereqola ‘Kayacik’ Hêzan a girêdayî navçeya Lîcê a Amedê xwestin protesto bikin, leşkeran gel gulebaran kir. Hate îdiakirin ku, di êrîşê de kesekê jiyana xwe ji dest da û herî kêm jî 5 kes birîndar bûn.
Gelê ku avakirina avahiyên li ber qereqola ‘Kayacik’ Hêzan a girêdayî navçeya Lîceya Amedê xwestin protesto bikin, îro meşiyan qereqolê. Gelê ku piştî agir bi 3 konên karkeran ên nêzî qereqolê xistin, ber bi qereqolê ve meşiyan.
Piştî ku gel ji herêmê neveqetiya, leşkeran gule li gel reşandin û li gorî agahiyên destpêkê herî kêm 6 kes birîndar bûn. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê a Lîceyê. Hate îdiakirin ku, Medenî Yildirimê di encama êrîşê de birîndarbû, jiyana xwe ji dest daye û cenazeyê wî rakirine morgê. Navê 5 kesên birîndarbûne jî wiha ne: Salih Bedirhan, Remezan Çakir, Veysî Ozmen, Mehdî Aslan û Ronîda Pervaneya 16 salî. Bifikirarin ku hêjmara birîndaran zêde bibe.
Gelê ku li rexmî leşkeran gule li ser wan reşandin jî, ji herêmê neçûn bi keviran bersiva leşkeran didin. Piştî bûyer mezin bûn, Fermandairya Alaya Cendirmeyan a Bajar û Fermandariya Alaya Lîceyê wesayîtên zirxî û leşker veguhestin herêmê, hate ragihandin ku, tevgera tîmên taybet jî şandine.
Hate hînbûn ku, li herêmê rageşî didome, piştî ku hate bihîstin birîndar anîne nexweşxaneyê, gel herikî nexweşxaneyê.