Îdiaya li Hezoyê faliyetên kontra

Îdiaya li Hezoyê faliyetên kontra

Hate destnîşan kirin ku, li gundê navçeya Hezo ya Êlihê ev nêzî hefteyekê ye tîmên tevgera taybet û komên ku faliyetên kontra dimeşînin digerin.

Hate diyar kirin ku, ev nêzî hefteyekê ye li gundê Qawecî û Tîmoq ya girêdayê navçeya Hezo ya Êlihê  tîmên tevgera taybet û komên kontra li herêmê digerin.

Komên kontra û t îmên tevgera taybet ku ji aliyê gundiyan ve hate ferqkirin, sedem û armanca gera wan ya li herêmê nehat hînbûn û her wiha gundiyan destnîşan kirin ku ew ji vê rewşê bi fikarin.