Li Bûdapêştê Serokwezîrê Macerîstanê Vîktor Orban di hevdîtina di navbera burokratên dewlet û hikûmetê de axivî. Organ diyar kir ku li welatên Yekîtiya Ewropa (YE) di mijara parvekirina penaberên Sûriyeyê, di navbera 400 û 500 hezarî de dest bi mûzakereyan kirine. Orban got ku, ev mijara di navbera welatên Yekîtiya Ewropa de ‘li ser hevpeymanêk nîv veşartî’ dihat rêvebirin, dibe ku ev hevpeyman di hefteya pêş de were parvekirin.
Orban bi bîr xist ku ji bo ‘qebûlkirina penaberan’, YE zextê li Macarîstanê dike, parast ku welatê wî ji bo vê yekê ne amade ye.
Orban diyar kir ku hevpeymana ‘nîv veşartî’ ya wê YE ragihîne ne têkîldarî hevpeymana roja Yekşemê di navbera YE û Tirkiyeyê pêk hatiye ye.
Di destpêka sala nû de tê zanîn ku jimarek zêde penaberên li ser Tirkiyê re derbasî YE di bin, 800 hezar penaber serlêdana wan a penebariyê hatiye qebûlkirin. Piraniyan penaberan ji Sûriyeyiyan pêk tê.
Hikûmeta AKP’ê di mehên havînê de bi sedema ku zextê li welatên Ewropa bikin, di navbera çend mehan de ji ber sînorên xwe vekirî hişt, sed hezaran penaber derbasî Yewnanîstanê bûn. Herî dawî li hevhatina bi YE ya roja yekşemê re muzakereyên ku di navbera Tirkiye û YE pêkhatî de li ber çavan re derbas kirin, di mijarên dayîna alîkariya maliyetek 3 mîlyar euro û serbestiya vîze de û hê zêdetir sînorên xwe parastin û penaberan di nava xwede bi cih bike.