Îbadî fermana lêpirsîna kuştina Cûbûrî da
Serokwezîrê Iraqê Haydar El Ebadî ferman da ku der barê kuştina Serokê Koma Ereb a Meclîsa Kerkûkê Mihemed Xelîl El Cûbûrî bê lêpirsîn.
Serokwezîrê Iraqê Haydar El Ebadî ferman da ku der barê kuştina Serokê Koma Ereb a Meclîsa Kerkûkê Mihemed Xelîl El Cûbûrî bê lêpirsîn.
Serokê Koma Ereb a Meclîsa Bajarê Kerkûkê Mihemed Xelîl El Cûbûrî, di êrîşeke çekdarî ya duh êvarê de jiyana xwe ji dest dabû, hevsera wî Nîran Seddar jî bi giranî birîndar bûbû. Serokwezîrê Iraqê Haydar El Îbadî bang kir ku bûyera sûîqestê ya li dijî Cûbûrî bi awayekî bê alî û berfireh were lêpirsîn û ji bo ronîkirina bûyerê fermana lêpirsînê da.
Waliyê Kerkûkê Dr. Necmeddîn Kerîm jî li ser mijarê daxuyaniyek weşand û ragihand ku hedefgirtina Cûbûrî hedefgirtina jiyana hevpar a navbera nasnameyan e.
Kerîm anî ziman ku êrîş li hemberî hewldanên jiyana bi hev re ya siyasî û biratiyê ya Kerkûkê hatiye kirin û got, "Terorîstên ev kirin dixwazin li Kerkûkê tevlîheviyê derxînin."
Mihemed Xelîl El Cûbûrî, li şûna Serokê Koma Ereb a Meclîsa Bajarê Kerkûkê Abdullah Samî Asî yê ku di 22'ê Tîrmeha 2013'an de di encama êrîşeke çekdarî de tevî 2 parêzvanên xwe jiyana xwe ji dest dabû, dest bi wezîfeyê kiribû.