IAEA: Heta sala 2003'an Îran li ser bombeya atomê dixebitî

Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (IAEA) îdîa kir, ku Îranê heta sala 2003'an ji bo hilberîna bombeya atomê dixebitî.

Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (IAEA) îdîa kir, ku Îranê heta sala 2003'an ji bo hilberîna bombeya atomê dixebitî.

Di rapora IAEA a li ser bernameya nukleerî ya Îranê de bal hat kişandin ser hewldanên ji bo hilberîna bombeya atomê yên heta sala 2003'an. IAEA di rapora xwe de diyar kir ku ti delîl û îspat nîne ku Îranê piştî sala 2009'an hewldanên xwe yên ji bo çêkirina bombeya atomê dewam kiriye.

Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) li ser rapora IAEA daxuyaniyek weşand û diyar kir ku îdîayên beriya niha yên li ser bernameya nukleerî ya atomê ya Îranê hatine piştrastkirin.

Wezaretê, rapora îstîxbarata DYA ya sala 2007'an a li ser 'Îran ji bo hilberîna bombeya atomê di nava hewldanan de ye' bibîr xist. Wezaretê da xuyakirin, ku bi peymana di meha Tîrmehê de bi Îranê re hatiye morkirin re êdî nepêkane Îran li xebatên xwe yên ji bo hilberîna bombeya atomê vegere.

Hikûmeta Îranê jî îdîayên di rapora IAEA de cih digirtin, derewand. Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Aragçî ji Ajansa Nûçeyan ÎSNA re axivî û anî ziman ku lêkolînên wan ên heta roja îro li qada nukleerê hatine kirin 'li standartan tên û xwedî armancên aştiyane' ne. Aragçî diyar kir ku çekên atomê, parçeyek ji doktrîna parastina welêt nînin.

Bernameya nukleerî ya Îranê bûbû sedem ku têkiliya Îranê bi welatên Rojavayî re zêdeyî 10 salan li paş bimîne. Herî dawî, di meha Tîrmehê de bi lihevkirina li Viyanayê re, di berdêla rakirina pêkanînên li ser Îranê, Îranê qebûl kiribû ku navendên xwe yên leşkerî ji çavdêrên navneteweyî re veke.