Hukûmeta Kobanê: Qirkirin çêbibe, berpirs civaka navneteweyî ye

Hukûmeta Kobanê: Qirkirin çêbibe, berpirs civaka navneteweyî ye

Li Kobanê şerê nav bajêr dest pê kir û gelê sivîl bi komkujiyê re rû bi rû ye. Serokatiya Hikûmeta Kantona Kobanê bi daxuyaniyekê bang li civaka navnetewî ku destwerdanê bike û bi hezaran welatiyên sivîl ji mirin û qirkirinê rizgar bike. Hikûmetê got: "Eger qirkirinek li dijî gelê herêma Kobanê were kirin, civaka navneteweyî berpirsyar e."

Derbarê rewşa dawî ya Kantona Kobanê deku rastî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê tê, Serokatiya Hikûmeta Kantona Kobanê daxuyaniyek da raya giştî û banga destwerdan li rewşê kir. 

Hukûmetê diyar kir ku navenda herêma Kobanê rastî êrîşên herî dijwar û hovan ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve tê û got: “Bi hezaran çeteyên DAIŞ'ê yên ji hemû welatên cîhan hatine bi çekên herî giran êrîşî Kobanê dikin. Ev 22 roj in şervanên Yekîneyên Parastina Gel li hemberî êrîşên çeteyan li ber xwe didin. Di dîroka gelê Kurd hemû gelên herêmê de wekî Berxwedana Kobanê tune ye. Berxwedana Kobanê îsbat kir ku gelê Kobanê û şervanên wê dest jê bernadin. Tevî ku Rêveberiya Herêma Kobanê bang li hemû hêzên navnetewî kiriye ku piştgiriya berxwedana Kobanê bikin, lê heta niha tu hêzan bersiva Kobanê nedaye.”

QIRKIRIN ÇÊBIBE BERPIRS CIVAKA NAVNETEWEYÎ YE

Hukûmetê herî dawî ev bang kir: “Ji ber xetereya li ser Kobanê û bi ruhê berpirsyartiyê em careke din bang li hemû hêzên Navenetewî, Kurdistanî  û gelê Kurdistanê dikin ku destwerdanê bikin û bi hezaran welatiyên sivîl ji mirin û qirkirinê rizgar bikin. Em civaka navnetewî wekî berpirsyarê êrîş û qirkirinê ku li dijî gelê herêmê ku were kirin, dibînin."