HPG: Êrîşa li Dêrsimê kontrayê pêkanî

HPG: Êrîşa li Dêrsimê kontrayê pêkanî

HPG’ê da diyarkirin ku, li gundên navenda Dêrsimê û navçeyên Xîzan û Tûx (Tetwan) ên Bedlîsê yekîneyên kontra faliyetan didin meşandin. HPG’ê destnîşan kir ku, êrîşa li gundek ê Dêrsimê pêkhat jî karê yekîneyên kontraye.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR) di derbarê êrîşa li Dêrsim daxuyaniyek da. HPG’ê got; “Roja 26’ê Hezîranê yekîneyek ya kontra ku zextan li gel dike, ketine gundê Kanoglû ê navenda Dêrsimê û bêserûber mal gulebaran kirine.”

HPG-NÇR destnîşan kir ku, faliyetên kontra li Bedlîsê jî hatine pêkanîn û ev agahî dan: “Li gundên Êz, Kusoka, Cîhangez ên girêdayî Tetwana Bedlîsê û li bejahiya navçeya Xîzanê, yekîneyên kontra cilên gêrîlayên me li xwe dikin û zextê li ser gel pêktînin.”