HPG: Eleqeta me bi Siddik Bîlen re nîn e
HPG: Eleqeta me bi Siddik Bîlen re nîn e
HPG: Eleqeta me bi Siddik Bîlen re nîn e
HPG, da xuyakirin ku di xusûsa wendabûna cerdevanê kevn Siddik Bîlen de tu eleqeta wan nîn e. Siddik Bîlen, beriya niha 15 rojan li nêzî Qereqola Cendermeyan a Heşet a girêdayî Berwariyê wenda bibû.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku tu eleqeta wan bi wendabûna Siddik Bîlên ê li gundê Hosyan ê girêdayî Berwariyê dijî û beriya niha bi 15 rojan li nêzî Qereqola Cendermeyan a Heşet a girêdayî Berweriya Sêrtê wenda bûye nîn e.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê di daxuyaniya xwe de got, “Tu eleqeta me bi wendabûna ciwanê bi navê Siddik Bîlên ê ji gundê Hosyan e nîn e.”
Bavê 4 zarokan Siddik Bîlen beriya niha bi 15 rojan ji gundê xwe ligel du hevalên xwe bi mînîbusê diçû navçeya Şaxê ya Wanê, dema nuqteya leşkeran a 50 metre nêzî Qereqola Cendermeyan a Heşet hatibû danîn ferq dike ji maşîneyê dadikeve û careke din tu agahî jê nayên stendin. Ji Bîlênê ku 5 sal cezayê wî yê hepsê hebû û lewma li wê nuqteyê ji maşîneyê dadikeve û hewl dide ji pişt ve nuqteya kontrolê ya leşkeran derbas bike careke din agahî nehatibû girtin.
Piştî ku Bîlen wenda dibe xizmên wî ku serî li Qereqola Heşet û Dozgeriya Berwariyê didin, bi 400 kesî ve li nêzî 8 gundên girêdayî Berweriyê digerin, lê belê li tu şopan rast nehatin.
Qeymeqamtiya Berwariyê jî di der heqê mijarê de lêpirsîn da destpêkirin. Xizmê Bîlen Serokê Bajaroka Hîlal ê BDP’ê ku li ser navê heyetê daxuyanî da got ku tevî hemû lêgerînan jî tu agahî jê negirtine.