HPG’ê sercerdevan Eshet Farûk serbest berda

HPG’ê sercerdevan Eshet Farûk serbest berda

Sercerdevanê bi navê Eshet Farûk ku tîrmeha 2012 ji aliyê gerîlayan ve hatibû binçavkirin û paşê hatibû girtin, serbest hat berdan. Sercerdevan Farûk ji aliyê şandeya ji saziyên sivîl pêk dihat ve hate wergirtin.

Gerîlayên HPG’ê roja 21’ê tîrmeha 2012’ê li navenda Colemêrgê sercerdevanê bi navê Eshet Faruk binçav kirin û piştre girtin.

Di merasima ku îro li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk hat de, Serokê ÎHD’ya Colemêrgê Îsmaîl Akbulut, Nunerê Baroya Colemêrgê Erol Çalli, Serokê MAZLÛM-DERA Colemêrgê Cengîz Şen û xizmên sercerdevan Eshet Faruk amade bûn.

Rayedarên HPG’ê dan zanîn ku wana bang û serlêdanên saziyên sivîl û malbata Faruqk li ber çavan girtine û piştî karûbarên îdarî biryar dane ku wî serbest berdin.  Her wiha ji bo vê radestkirina Eshet Faruk protokolek hate îmzekirin.