HPG'ê li Kerkûkê li çeteyan da

HPG'ê li Kerkûkê li çeteyan da

Gerîlayên HPG'ê li Başûrê Kurdistanê bajarê Kerkûkê, li dijî çeteyên DAIŞ'ê çalakî lidar xistin. Di çalakiyên 6 û 7'ê Cotmehê de 3 çete hatin kuştin.

Navenda Ragihandinê ya HPG'ê, der barê çalakiyên gerîla yê li Kerkûkê li dijî çeteyên DAIŞ'ê lidar xistin de agahî da û diyar kir ku di 6'ê Cotmehê de li gundê Wehdê li dijî çeteyan çalakiyeke sûîkastê hatiye lidarxistin û di encamê de çeteyek hatiye kuştin.

Hat ragihandin ku ji bilî vê çalakiyê gerîlayan di 7'ê Cotmehê de li dijî çeteyên xwestin xwe berdin nava gundê Ebdila Xanim, çalakî pêk anîne. HPG'ê diyar kir ku di vê çalakiyê de jî 2 çete hatine kuştin û got, "Gerîlayên me li heman herêmê bi çekên giran li du mewziyên stratejîk ên çeteyên DAIŞ'ê dane."

Di daxuyaniyê de li ser liv û tevgera leşkerî ya li Bakurê Kurdistanê jî agahî hat dayîn.

Li gorî vê yekê,  di 7'ê Cotmehê saet di navbera 17:00-00:00 de helîkopterên artêşa Tirk hejmarek zêde leşker veguhastine herêma di navbera Şirnex-Cizîr û Cizîr-Silopiyê. HPG'ê di daxuyaniyê de got, "Li vê herêmê û bi taybetî jî li ser Çiyayê Cûdî balafirên keşfê yên bê mirov, geriyane."