Hollande wê tevlî civîna bilind a G20 nebe

Di êrîşên çekdarî û bombeyî yên duh li gelek nuqteyên Parîsê hatin kirin de herî kêm 140 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Di êrîşên çekdarî û bombeyî yên duh li gelek nuqteyên Parîsê hatin kirin de herî kêm 140 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Serokkomarê Fransayê Françoîs Hollande piştî êrîşan derket pêşberî çapemeniyê û li welêt rewşa awarte îlan kir.

Hollande got, "Em gelekî baş dizanin ku êrîş ji ku derê hatiye" û diyar kir ku ew ê tevlî civîna bilind a G20'an a li Tirkiyeyê nebe.

Hollande dûre çû salona konserê ya Bataclan ku êrîş lê hat kirin û peyama 'şerê me yê li dijî terorîzmê wê bêrehm be' da.

Li Fransayê, piştî şerê Cezayîrê yekemcar e rewşa awarte hat îlankirin. Hemû metro hatin girtin. Polîsê Fransayê bang li gel dikin ku ji malên xwe dernekevin.

Di şîroveyên li medya Fransayê de tê gotin ku êrîş ji aliyê DAIŞ'ê ve hatiye kirin.