Hollande: Ji bo vîze jê re serbest be, divê Tirkiye 72 krîteran bi cih bîne

Serokkomarê Fransayê Françoîs Hollande, têkildarî serbestiya vîzeyê ya ji bo Tirkiyeyê, ku di çarçoveya bazariya li ser penaberan de di rojevê de ye, daxuyaniyek da. Hollande diyar kir, ji bo serbestiya vîzeyê bicihanîna 72 krîteran şert e.

Françoîs Hollande, piştî civîna li se penaberan a di navbera Yekîtiya Ewropa û Tirkiyeyê de, daxuyaniyek da çapemeniyê.

Hollande anî ziman, ku Tirkiye di mijara ji nû ve qebûlkirina penaber û koçberên bi awayekî îllegal derbasî Yewnanîstanê bûne 'helwesteke girîng' nîşan daye.

EGER KRÎTER BI CIH NEYÊ ANÎN, MEHA HEZÎRANÊ DERBASDAR NÎNE

Hollanda da anîn, ku serbestiya vîze ya ji bo Tirkiyeyê ku di vê çarçoveyê de bazarî li ser tê kirin, li gorî nexşerêyekê hatiye destnîşankirin û anî ziman, peymana li ser serbestiya vîzeyê ya meha Hezîranê, li gorî bicihanîna krîteran wê bikeve rojevê.

Hollande got, "72 krîter hene ku divê bi cih werin anîn (...) Eger krîter bi cih neyên anîn, hingî ev dema ji bo meha Hezîranê hatiye dayîn, wê derbasdar nebe."

Hollande her wiha ragihand, Tirkiye ya tevlî pêvajoya endametiya Yekîtiya Ewropayê bûye, ne di wê pozîsyonê de ye ku şertan ferz bike, pere bixwaze û bê krîter vîze bixwaze.