Hilbijartinên herêmî yên li Fransayê: Rastgirên tund dibe ku surprîzê bikin
Di hilbijartinên herêmî yên li Fransayê de, ku tûra yekemîn wê sibe bên kirin, tê payîn ku Partiya Sosyalîst (PS) a li desthilatdariyê ye, careke din derbeke giran bixwe.
Di hilbijartinên herêmî yên li Fransayê de, ku tûra yekemîn wê sibe bên kirin, tê payîn ku Partiya Sosyalîst (PS) a li desthilatdariyê ye, careke din derbeke giran bixwe.
Di hilbijartinên herêmî yên li Fransayê de, ku tûra yekemîn wê sibe bên kirin, tê payîn ku Partiya Sosyalîst (PS) a li desthilatdariyê ye, careke din derbeke giran bixwe. Li gorî hemû anketên li ser hilbijartinê, Eniya Neteweyî ya rastgiriya tund, ku sûd ji atmosfera nerazî ya piştî komkujiya Parîsê wergirt, wê bibe partiya yekemîn.
Hilbijêrên Fransayî wê sibe ji bo diyarkirina assambleyên 14 herêman û Korsîka, Gûyana û Martînîqûe, biçin ser sindoqan. Tê payîn ku di hilbijartinan de partiya Serokkomar Françoîs Hollande ya ji sala 2012'an û vir ve li ser desthilatdariyê ye û lîsteyên pê re tifaq kirine, bi derbeke mezin têk biçin.
Herêmên Fransayê ku beriya niha 22 bû, bi reforma par hat qebûlkirin re daketibû 13'an. PS ku di sala 2010'an de, herêma Alsace ne di nav de li hemû herêman bi ser ketibû, tê texmînkirin ku di van hilbijartinan de bi tenê li 3 yan jî 4 herêman bi ser bikeve.
Lîsteyên partiyên din ên rastgir, ku Komargerên (LR) bi serokatiya Nîcokas Sarkozy pê re tifaq kirine, tevî Ile-de-France ku paytext Parîs jî di nav de ye, şensê xwe hene li 3 heta 6 herêman bi ser bikevin.
Eniya Neteweyî (FN) ya rastgiriya tund a bi serokatiya Marîne Le Pen, tê gotin ku wê ji atmosfera tirsê ya piştî komkujiya Parîsê ya 13'ê Mijdarê derket holê, sûdê werbigire. Li gorî anketên hilbijaritnê di tûra yekemîn de FN li 6 herêman dibe partiya yekemîn, di tûra duyemîn de jî şensê xwe heye ku li herêmên Nord-Pas-de-Calaîs-Pîcardîe, Provence-Alpes-Côte d'Azûr û Alsace-Lorraîne-Champagne-Ardenne bi ser bikeve.
Li gorî anketên hatine çêkirin FN wê di asta neteweyî de bi qasî rêjeya ji sedî 30 a dengan werbigire. Rêjeya dengên LR û partiyên din ên rastgirî jî 28-30 ye. Tê payîn ku PS û lîsteyên tifaqa wê ji sedî 23-25 ê dengan bistînin. Di tûra destpêkê ya hilbijartinan de lîsteyên Keskan Ekolojî (EELV) ji sedî 6-8, lîsteyên Eniya Çep (Front de Gaûche) ji sedî 4-6 deng werbigirin.