Hikûmeta Yewnanîstanê wê drama penaberan a li Îdomenî biqedîne

Piştî ku Makedonyayê sînorê xwe girt, li derdora bajarê Îdomenî yê Yewnanîstanê drama penaberan rû da. Ji bo qedandina vê dramê hikûmeta Yewnanîstanê dest bi hewldanan kir.

Piştî ku Makedonyayê sînorê xwe girt, li derdora bajarê Îdomenî yê Yewnanîstanê drama penaberan rû da. Ji bo qedandina vê dramê hikûmeta Yewnanîstanê dest bi hewldanan kir. Hikûmeta Syrîza diyar kir, ku wê 15 kampên nû yên xwedî kapasîsteya 17 hezar 500 kesî ava bikin.

Li gorî çavkaniyên hikûmeta Yewnan, 30 hezar penaber niha li welêt hene û ji van 13 hezar li qada kampê ya li Îdomenî ya li ser sînorê Makedonyayê ye, dijîn. Tevî sar û seqema zivistanê jî penaber ji neçarî di binê konên ji rêzê de dijîn. 

Hikûmetê daxuyaniyek da û ragihand, ku ew ê drama li Îdomenî biqedîne. Li gorî daxuyaniyê, wê 15 kampên nû yên ji kapasîteya 17 hezar 400 penaberan were avakirin. Ji van kampan a destpêkê wê heta roja Yekşemê amade be.

Berdevkê hikûmetê Yorgo Kyrîtsîs da xuyakirin, ku bi avakirina kampan re wê transfera penaberan destpê bike.

Di vê navberê de pêla penaberan a di ser Tirkiyeyê re dewam dike. Tevî vê yekê jî Makedonyayê û welatên Balkanan sînorên xwe yên bi Yewnanîstanê re girtibûn. Ji ber girtina sînor, penaber li herêma Makedonya Navîn a ser bi bajarê Îdomenî yê Yewnanîstanê asê mane.

Duh jî Slovenyayê dabû xuyakirin, ku sînorên wan hatine girtin. Bi vî rengî hêviya penaberan a çûyîna di ser Arnavûtlûk û welatên berê yên Yûgoslavyayê, têk çûn.

Tê gotin bi xêra saziyên alîkariya însanî, li Îdomenî drameke gelekî mezin rû nade.