Hêzên YPG’ê gelek cebilxaneya çeteyan desteser kir

Hêzên YPG’ê gelek cebilxaneya çeteyan desteser kir

Li rojhilatê bajarê Kobanê çeteyên DAIŞ'ê ketin kemîna şervanên YPG'ê û di encamê de gelek çete hatin kuştin, her wiha gelek çek û cebilxaneyên çeteyan ketin destê YPG'ê.

Li gorî agahiyên ji herêma Kobanê hatin, îro saet di 14.30'an de şervanên YPG'ê li eniya rojhilatê bajarê Kobanê kemînek ji çeteyên DAIŞ'ê re danîn. Di kemînê de gelek çete hatin kuştin, cenazeyên 4'an ji wan di destê şervanên YPG'ê de ne û gelek çek û cebilxaneyên çeteyan hatin desteserkirin.

Çek û cebilxaneyên şervanên YPG'ê bidest xistine ev in:

- Çekek RBG û 8 roketên wê

- 3 Çekên klaşînkov

- Çekek Akyas

- 20 Cercûr

- 4 rextên leşker

- 2 bombe

- 4 bombeyên destan

- 2 bêtêl (lasilkî)

- Hin derziyên hişberiyê û bi sedan gule.

Tevî van kelûpelan jî flaşekî di nav de vîdeoyên porno jî ku hene,  gelek heb û derziyên madeyên hişber ji aliyê şervanên YPG’ê ji ser çeteyan hatin rakirin.

Şer û pevçûn li her sê eniyên Kobanê bi dijwarî didomin.