Hezaran kes Yildirim oxir dikin
Hezaran kes Yildirim oxir dikin
Hezaran kes Yildirim oxir dikin
Cenazeyê Medenî Yildirim (18) ê ku ji aliyê leşkerên qereqola gundê Hezan a Lîcê hatibû kuştin ji aliyê hezaran kesî bi dirûşmê "Şehîdê aştiyê nemire" tê oxirkirin.
Cenazeyê Medenî Yildirim (18) ê ku ji aliyê leşkerên qereqola gundê Hezan a Licê hatibû kuştin, piştî li mizgefta Bayramoglû wecibeyên olî hate kirin, ji aliyê hezaran kesî bi dirûşmê "Şehîdê aştiyê nemir e" di wesayîta cenazeyê hate bicihkirin. Di dema bicihkirina cenazeyê gel qûrnefîl avêtin ser darbesta Yildirim.
Piştî ku cenaze di wesayîtê hate bicihkirin, bi hezaran kes ku di nava wan de Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, parlementerên BDP'ê Ayla Akat Ata, Îdrîs Balûken, Emîne Ayna, Alîkarê Serokê Giştî ya CHP'ê Sezgîn Tanrikûlû jî heye dest bi meşê kirin. Tanrikûlû, beriya meşê daxuyaniyek kin kir û da axaftinên Berdevkê Hikumeta AKP'ê Huseyîn Çelîk û Serokwezîr wekî bûyerê berovajî dikin nirxand û şermezar kir. Tanrikûlû wiha got: "Ligel bi mehane li çiyayan ne leşker ne gerîla jiyana xwe ji dest dide, di çalakiyek aştiyane de ciwanek jiyana xwe ji dest daye, dilê me diêşîne."
Di pêşiya meşê de posterekî pir mezin ê Medenî Yildirim û pankartê "Şehîdê aştiyê nemir e" hate vekirin. Girseyê alên PKK'ê û KCK'ê hildan û bê navber dirûşmên wekî "Lîcê serhildan e", "Dê dewleta kujer hesab bide" û "Erdogan şaş neke riya çiyê veneke" qîr kirin. Hejmara girseyê her ku diçe zêde dibe. Welatiyên ku mala wan li ser riya meşê ne, derketine şaneşîn û şibakan û bi tilîliyan piştgirî dide meşê.