Hêza rewa ya parastina Çilaxa YPG ye!
Hêza rewa ya parastina Çilaxa YPG ye!
Hêza rewa ya parastina Çilaxa YPG ye!
Di navbera Endamên Têkiliyên Dîplomasî û nûnerên Êla El-Zubeyd peymanek ji 8 xalan hate îmzekirin û hate gotin ku hêza rewa ya parastina herêmê YPG ye.
Li Çilaxa di navbera Endamên Komîteya Têkiliyên Dîplomasî ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û nûnerê Êla El-Zubeyd de civîn hate lidarxistin û di civînê de peymanek ji 8 xalan hate îmzekirin. Di peymanê de tê gotin ku YPG hêza fermî ya parastina herêmê ye û mafê YPG᾿ê ye bendên kontrolê li ser riyên ketin û derketina gundê Xerab Bacar deyne.
Peyman bi beşdariya Şêxê Êla El-Zubeyd Beşar El-Faris û endamên Komîteya Têkiliyan a TEV-DEM᾿ê yên Girkê Legê hate îmzekirin. Peyman ku hatî îmzekirin wiha ye: ''Di vê dema hesas ku Sûriyê dijî de, pêwîste ji bo parastina aştiya navxweyî di navbera pêkhateyên herêmê û rê girtina li ber nakokiyên mezhebî û olî, pêkanîna jiyana hevbeş li ser bingehê azadî, edalet û wekheviyê bê kirin.''
Li ser van 8 xalan lihev kirin:
• Yekîneyên Parastina Gel (YPG) tenê hêza rewa ya parastina herêmê ye û mafê wane ku li dijî hemû komên çekdar derkevin.
• Rakirina navê eşîran ji ser komên çekdar.
• Redkirina hemû çalakiyên leşkerî ên li dijî berjewendiyên gelê herêmê.
• Têkiliya bi komên çekdar ên ku aramiya herêmên xirab dikin re qedexeye.
• YPG li herêmê ji parastina giştî malan berpirsyare û dê ji bo parastina ewlekariya herêmê hişyar be.
• Mafê hemû gelê herêmê ye ku tevlî hêzên YPG û Asayîşê bibin.
• Welatiyên ji Êla El-Zubeyd beşek sereke ji pêkhateyên herêmê ne.
• Mafê hêzên YPG᾿ê û Asayîşê ye ji bo parastina herêmê bendên kontrolê li derdora gundê Xerab Bacar daynin û kontrol bikin.
Peyman ji aliyê Şêxê Êla El-Zubeyd Beşar El-Faris û endamên Têkiliyên Dîplomasî ya TEV-DEM û nûnerên PYD ve hate îmzekirin.