Heyva Sor û CÎK li gelê Rojava alîkarî belav kir
Heyva Sor û CÎK li gelê Rojava alîkarî belav kir
Heyva Sor û CÎK li gelê Rojava alîkarî belav kir
Heyva Sor a Kurdistanê û Civaka Îslamê ya Kurdistanê (CÎK) bi wesîleya Cejna Qurbanê alîkariyên însanî li gelê Rojava belav kir.
Li gor daxuyaniya ji aliyê Heyva Sor ve hat dayîn her du organîzasyonan li Kantona Cizîrê 160 hezar euro qurban belav kirin. Hat diyarkirin ev qurban li Cizîrê li heşt navendan dane kesên pêwîstî pê heye.
Heyva Sor li Dêrik çû kampa Newroz a penaberên Şengalî lê ne û alîkarî belav kirin. Her du organîzasyonan li Kurdên Ewropa banga berdewamkirina alîkariyan kirin.