Heyva Sor a Kurdistanê 8 ambûlans gihand Rojava

Heyva Sor a Kurdistanê 8 ambûlans gihand Rojava

Heyva Sor a Kurdistanê (HSK) û Navenda Rojhilata Navîn 5 Kamyonên alikariyên mirovî û 8 ambûlans tevî dermanan ji bo Rojava şandin.

Di deriyê Nisêbînê yê di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de Heyva Sor a Kurdistanê 8 ambûlans tevî dermanan, 3 kamyon alîkariyên wekî cil û berg, pêlav û erebeyên seqetan radestî Komeleya Heyva Sor a Kurd kir û derbasî bajarê Qamişlo bûn.

Saziya IMPR (Navenda Rojhilata Navîn a navnetewî ya alikariyan) ji bo Rêxistina Alîkarî û Geşkirinê ya Rojava 5 kamyon dermanên paqijkirinê şandin.

Rêxistina Rojava wê 2 hezar û 340 pakêt dermanên paqijkirinê ji bo Kampa Newroz ya li Dêrikê re bişine.