Heyeta Rojava ji bo Konferansa Netewî çû Başûr

Heyeta Rojava ji bo Konferansa Netewî çû Başûr

Heyetek ji siyasetmedarên Rojavayê Kurdistanê pêk tê, di çarçoveya amadekariyên "Konferansa Newetî ya Kurd" de ku, ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatibû pêşniyarkirin, ji bo ku hin hevdîtinan pêk bîne, çû Başûrê Kurdistanê.

Piştî konferansên ku li ser daxwaza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Enqere, Amed û Brukselê hatin lidarxistin, amadekariyên "Konferansa Netewî ya Kurd" ku ew jî li ser daxwaza Ocalan wê li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê bê lidarxistin, didomin. Ji bilî Bakûr, Başûr û Rojhilat Kurdistanê, li Rojavayê Kurdistanê jî amadekarî hatin zêdekirin. Di çarçoveya amadekariyan de heyetek ji Rojava derbasî Başûr bû.

Heyeta ku ji Hevserokên Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê Ebdulselam Ehmed û Sînem Mehemed, rêvebera Yekîtiya Star Perwîn Mehemed pêk tê duh êvarê derbasî Başûrê Kurdistanê bû. Hevserokên PYD Salih Muslim û Asya Ebdullah, Endamê Desteya Bilind a Kurd Aldar Xelîl jî beriya niha derbasî Başûr bibûn. Heyet wê li Başûr di çarçoveya amadekariyên konferansê de hevdîtinan pêk bîne.