Heyeta PÇDK'ê serdana YNK’ê kir
Heyeta PÇDK'ê serdana YNK’ê kir
Heyeta PÇDK'ê serdana YNK’ê kir
Heyeta di nav de Hevserokê PÇDK’ê Diyar Xerîb heyî serdana Berpirsê Pîlotburoya YNK’ê Mele Bextiyar kir.
Heyeta ku ji hevserokê Partiya Çareserî û Demokratî Kurdistanê (PÇDK) Diyar Xerîb, Azad Şêxanî, Hesen Cûdî, Zeyneb Germiyan, Mihemed Abdullah û Wehab Ahmed pêk dihat, serdana nivsîngeha Yeketiya Niştîmanî Kurdistanê (YNK)ê kirin. Di heman demê de li ser navê YNK’ê Berpirsê Pîlotburoya YNK’ê Mele Bextiyar û Mihemed Hecî Salih amede bûn.
Di hevdîtina ku îro pêkhat de YNK’ê diyar kir ku, ew piştgiriyê didin PÇDK fermî bibe û ji bo wê îcazeya xwe bigire. Her wiha ew hem di aliyê yasayî û hem jî di aliyê siyasî de ji bo vê amade ne. Di hevdîtina navbera PÇDK û YNK’ê de li ser hilbijartinên Parlemento û Serokatiya Parlementoya Herêma Başûrê Kurdistanê jî hate rawestandin û hate gotin ku, pêwîste ketina hilbijartinê bi lîsteya vekirî be. Ji bo aloziyên li Kurdistanê û hilbijartin derbaz bibin pêwîste dema serokatiya herêmê were dirêj kirin. Her wiha balkişandin ser xala ku, lazime di vê demê de bibin xwedî stratejiyekî demokratîk û netewî.
Mele Bextiyar weke berpirsê Komîteya Kurdî ya Sosyal Enternasyonal diyarkir ku, “Em piştgiriya PÇDK’ê dikin ku bikeve sosyal enternasyonalîst de.
Di dawiya hevdîtinê de hate gotin ku, pêwîste weke du partiyên demokratîk û netewî alîkariya hev bikin.